Fûtbolîstê Kurd Xefûrî li Îranê hatiye desteserkirin

featured
Wurya Xefûrî
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hate ragihandin ku fûtbolîstê Kurd Wurya Xefûrî bi tohmeta ku “Li dijî Komara Îslamî ya Îranê propganda kiriye” di 24’ê Mijdarê de hatiye desteserkirin.

Li gor nûçeya The Guardianê, Wurya Xefûriyî di 24’ê Mijdarê de ji ber hin peyamên xwe yên bi ser medya civakî de parve kiribû, bi tohmeta Li dijî Komara Îslamî ya Îranê propganda kiriye” hatiye desterkirin.

Xefûrî, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bang li hikûmeta Îranê kiribû û gotibû, “Dest ji kuştina gelê Kurd berdin!! Kurd Îran bi xwe ne…Kuştina Kurdan kuştina Îranê bixwe ye. Ger hûn çavê xwe ji kuştina mirovan re bigirin, hûn ne Îranî ne, hûn ne mirov in…Hemû qebîle Îranî ne. Mirovan nekujin!!!”

Wî beriya niha jî ji ber ku Wezîrê Karûbarên Derve Cewad Zarîf rexne kiribû, hatibû desteserkirin. Bi vê desteserkirina wî ya vê carê re li gorî şîroveyan hikûmet dixwaze peyamekê bide tîma netewî ya Îranê ku li Qeterê di Kupaya Cîhanê de dilîze û bibêje “protestoyan berdewam nekin.”

Li welêt piştî ku “polîsên exlaqparêz” ji ber “şerpeya xwe xweşik nedabû serê xwe” Jîna Amînî kuştibû. Piştî kuştina wê, di 16’ê Îlonê de li Îranê xwenîşandan destpê kiribûn. Heta niha jî dewam dikin.

Tîma netewî yê Îranê niha ji bo Kupaya Cîhanê li Qeterê ye. Kaptanê tîmê Ehsan Hajsafiyî di 20’ê Mijdarê de daxuyaniyek dabû û piştgirî dabû xwenîşandanan. Tîma netewî ya Îranê jî di dema destpêka maçê de sirûda netewî ya Îranê nexwendibû.

Wurya Xefûrî ku ji bajarê Sînê ye, nebirûbûn kupayê û ew duh bi tîma xwe Foolad Khuzestanê re çûbû antremanan. Di dema antremanan de hatiye desteserkirin. Ji ber peyamên Xefûrî, di demên dawiyê de hin wezîran ew weke “cidaxwazê Kurd” penase dikirin û Xefûriyî ji bo van tohmetan gotibû ku ew “Dikare ji bo Îranê canê xwe bide.” (Bîanet Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Fûtbolîstê Kurd Xefûrî li Îranê hatiye desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *