Heta niha li Îranê 469 kes hatine kuştin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê eşkere kir ku di dema çalakiyan de di nava 4 mehên dawî de 469 kes ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin.

Li gor Navenda Mafê Mirovan a Îranê ku navenda vê li Swîsreyê ye, di çarçoveya xwepîşandanên heyî ku, ev nêzî 4 mehe berdewamin, bi giştî 469 kes ji aliyê hêzên rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve hatine kuştin.

Navendê diyar kiriye ku, li Sîstan û Belûçistanê 130, li Tehranê 50 û li bajarên Kurdan jî 137 xwepîşander ji aliyê rejîmê ve hatine kuştin û bi deh hezaran kes jî hatine birîndarkirin.

Herwiha hatiye destnîşan kirin ku dosyeya 39 xwepîşanderan jî bi daxwaza darvekirinê bo dadgehê hatiye şandin û cezaya darvekirinê jî bo 11 xwepîşanderan hatiye dayîn. (Kurdistan TV)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Heta niha li Îranê 469 kes hatine kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *