Hunermend Rewşan û Tara di Dueta ‘Xûçê’ de Hevre Distirên

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Sitrana nû ya Rewşan Çelîker û Tara Mamedova ku bi hevre duetê dikin, bi navê ‘Xûçê’ îro Înê li ser tevahîya platformên dijîtal hate weşandin.

Gotinên ‘Xûçê’ ji alîyê Tara Mamedova, beste û muzîk jî hêla Çelîker ve hatiye çêkirin.

Dengê Amerîka ser çîroka vê duetê ku pêk anîne, stran û klîp bi çi şêwazî afirandine, bi hunermend Rewşan re hevpeyvîneke kir.

Dengê Amerîka: Rewşan, gelo dema we afirand hestê we çawa bû, piştî parvekirina sitranê bandoreke çawa li ser we veda?

Rewşan: Bi rastî kelecana me pir pir zêde ye. Ev sitran jibo me jî pir hestîyar e. Me xwest ku vê sitranê em ji hemû jinên ku di jîyana me de bandor li me kirine, keda wan ser me heye; bi taybet jî jibo jinên tevahîya welat û cîhanê wek dîyarîyeke pêşkeş bikin. Jiber ku xûşkbûn girêdaneke taybet e, têkilîyeke pir pir girîng e. Li gor min em jin girêdayî hev in û xûşkê hevdu ne.

Dengê Amerîka: Piştî ku we ev dueta weşand gelek bal kişand. Hun çawa hatin ba hev û we bo afirandina vê sitranê çi qas dem derbaz kir?

Rewşan:Demeke dirêje ez û Tara Mamedova bi hevre kar dikin. Tekilîyên me di jîyana rojane de jî heye, em hevdu dibînin. Demeke dirêj e ku me dixwest em li ser xûşkbûnê, li ser hevaltîya jinan sitraneke çêkin. Ev sitran jî di bin bandora vê ramanê de derket holê. Rojeke Tara helbestek nivîsî û ji min re şand. Çawa kete destê min, di şeva heman rojê de min jî awaza wê danî. Ev salek e ku me amade kiribû, lê me ew dabû sekinandin. Îro jî hate weşandin. Hêvî dikim bi dilê guhdaran be.

Dengê Amerîka: Di vê sitran û klîba we de em peyamekî civakî jî dibînin; gelo tu dikarî bi kurtahî behsa çîroka klîbê û sitranê bikî?

Rewşan: Ev dinya êdî pir serûbin bûye. Şer, pevçûn, xizanî, koçberî, pandemîyeke gelek dirêj. Mirov êdî ji rûhê xwe aciz e. Jiber vê yekê jî me xwest em hestên xirab bidin alîyekî û bêtir guhê xwe bidin çîrokan û efsaneyan. Di klîbê de jî em tiştekî wisa dibînin. Çîrokek heye ku mirov diçe, dikeve nav xew û xeyalan. Ev çîrok jî xeyalên du xûşkên ku hevdu hinda kirine ye.

Kerem kin bi lînka jêrîn tevahîya hevpeyvînê guhdar bikin.

Jêder: VOA KURDÎ

(A-A)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hunermend Rewşan û Tara di Dueta ‘Xûçê’ de Hevre Distirên

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *