‘Îranî ji ber çalakiyan planên betlaneyê taloq dikin’

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Îsal li Wanê, heyama betlaneyê bi saya geştiyarên Îranî bi xêr û ber derbas bû. Lê ji ber ku ev nêzî 3 mehane li vî welatî çalakî tên lidarxistin, hejmara Îraniyên têne Wanê gelek kêm buye. Îranî bi taybet jî bi sedema van çalakiyan planên xwe yên betlaneyê taloq dikin.

Wan li ser sînorê Îranê cih digire. Ji serê sala 2022’an heta Cotmeha heman salê 987 hezar û 327 rêwî ji Deriyê Sînorê Kapikoyê çûne û hatine. Bi saya vê çûn hatine, aboriya bajêr pêşve çûye û hemo otêlên li vir jî tuje bûne. Lê niha ji ber ku li Îranê ev nêzî 3 mehe çalakî berdewam dikin û geştiyar ji wir nayên, otel û restoran vala mane.

Dikandar bi fikar in

Dikandar, bi fikarin ku ev çalakî li Îranê berdewam bikin û geştiyar êdî neyên Wanê. Dikandar dibêjin ji ber vê sedeme ev nêzî meheke karê wan pir kêm bûye.

‘Îranî ji ber çalakiyan planên betlaneyê taloq dikin’ - Iranlilar protestolardan dolayi tatil planlarini erteliyor 2 1024x769 1

Dikandarê bi navê Yusuf Adiyaman destnîşan kir ku her sal hejmarek zêde geşityarên Îranî têne Wanê û got ku hemû dikandarên li bajêr ji ber hatina Îraniyan siûd werdigirin. Wî anî ziman bi saya wan a, aboriya bajêr zindî bûye û ev jî hem bo Wanê, hem jî bo tevahiya Tirkiyeyê tiştek başe.

Tirs heye ku deriyê sînor bê girtin

Adiyaman di berdewamiyê de anî ziman ku ew hêvî dikin ku çalakiyên li Îranî di demek kin de rawestin û da zanîn ku ji ber kêm bûna hejmara geştiyaran karê wan rawestiyaye. Wî derbirî ku ji 10 Îraniyan, niha encak 2 Îranî têne Wanê û fikarên xwe anîn ziman.

‘Îranî ji ber çalakiyan planên betlaneyê taloq dikin’ - Iranlilar protestolardan dolayi tatil planlarini erteliyor 4 1024x769 1
Yusuf Adiyaman

Suleyman Işik ê ku ev 40 sale li Wanê karê restoranê dike, da zanîn ku tevî hatine Îraniyan cîroya wan derketiye du qatan û wiha got, “Dema ku Îranî neyên karê ku wan dida me, hemû ji holê rabû. Em niha li bendê ne ku di meha Adarê de em cardin wekî heyama havînê kar bikin. Lê em bi fikarin ku ji ber van çalakiyan di heyama havînê de jî karê me rawest e. Ez ditirsim ku deriyê Kapikoyê jî were girtin.”

Ew êdî giraniyê dide bikirên xwecihî

Di berdewamiyê de Işik, got ku ew texmîn dike ku di heyama bê de, hejmara geştiyarên Îranî ji sedî 60 dakeve û wiha domand: “Dibe ku hejmara wan dakeve. Lewra ez niha zêdetirê eleqeyê nîşanê bikirên xwecihî didim, daku tiştek wiha çêbibe, ez valahiyê bi wan re tuje bikim.”

‘Îranî ji ber çalakiyan planên betlaneyê taloq dikin’ - Iranlilar protestolardan dolayi tatil planlarini erteliyor 3 1024x769 1

Hin derdorên paşverû ji ber Îraniyan aciz dibin

Her wiha Işik balê dikişîne ser helwesta hin derdorên ku ji ber hatina Îraniyan aciz dibin û wiha pêde çû: “Hinek dibêjin ew (Îranî) jiyana gelê Wanê diguherin. Derdorên paşverû (yobaz) ji ber vê aciz dibin. Lê dikandar bi hatina wan kêfxweş dibin. Tesîra Îraniyan li ser hemû sektoran çêdibe. Piştî çûyîna Îraniyan niha gelek dikandar ketine nava rewşek xerab de.

Herî zêde otel tengasiyê dikişînin

Ji kêmbûna hejmara geştiyarên Îranî herî zêde tengasiyan sektora otelvaniyê dibîne. Halîs Ronay yek ji van otelvanan e ku karê wan niha gelek kêm bûye. Ew dibêje ku ji Tîrmehê heta Cotmehê hemu otel tujebûne.

‘Îranî ji ber çalakiyan planên betlaneyê taloq dikin’ - Iranlilar protestolardan dolayi tatil planlarini erteliyor 5 1024x577 1
Halis Ronay

Ronay, derbirî ku ew ê heta meha Sibatê hemû lêçuyînan ji berûka xwe bidin û wiha axivî: “Ji ber çalakiyan Îranî êdî zêde nayên. Beriya çalakiyan dolarek 34 hezar Tumen (Pereyî Îranê yê fermî) bû. Lê niha piştî destpêka çalakiyan dolarek bûye 38 hezar Tumen. Gelek geştiyaran ji ber fikaran betlaneyên xwe betal taloq kirine.

Îsal Newroz rastî Remezanê tê

Ronay di axaftina xwe de got ku di cejna Newrozê de ew li bendê ne hejmara geştiyaran zêde bibe û wiha diyar kir: “Lê îsal Newroz rastî meha Remezanê tê. Ew piranî bo kêfxweşî û jiyana şevê têne vê derê. Lewra ji ber Remezanê dibe ku di Newrozê de jî neyên.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
‘Îranî ji ber çalakiyan planên betlaneyê taloq dikin’

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *