Îspanyayê li hemberî dû dêran êrîş: Kesek mir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li bajarê Cádiza ya Îspanyayê kesekî bi xencerê êrîş li du dêran kiriye. Di encama êrîşê de keşeyekê jiyana xwe ji dest daye.

Li gor agahiyan li navçeya Alkeciras ya bajarê Cádiza ku dikeve başûrê Îspanyayê kesekê bi xencerê êrîş dêra Maria Auxiladora y San Isidro Church kiriye û keşeyê dêrê Diego Valencia kuştiye. 

Piştre êrîşkar berê xwe daye dêra Nûestra Senora de La Palma ya li Kolana San Isidro ya li hamen bajêrî. Vî kesî li vir bi xencerê êrîş biriye ser keşeyê peywirdar û 3 kesên din û ew birîndar kiriye.

Televîzyona Dewleta ya Îspanyayê RTVE’yê ragihandiye ku êrişkarê mêr 25 salî ye û eslê xwe ji welatê Fasê ye.

Rayedarên hêzên ewlekariyê destnîşan kirine ku êrîşan hatiye desteserkirin.

Dozgeriyê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin û diyar kiriye, dibe ku “êrişa terorî” be. (Bîanet Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Îspanyayê li hemberî dû dêran êrîş: Kesek mir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *