Ji Îsraîlê bo Xezzayê êrîşa esmanî

featured
WÊNE: AFP
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Pişti êrîşên mûşekî yên Tevgera Cîhada Îslamî yên li hemberî Îsraîlê, hate ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê li bajarê Xezzayê êrîşek pêk aniye.

Li gor agahiyên ji çapemeniyê hatine wergirtin, Cîhada Îslamî duh ji Xezzayê 100 mûşek avêtine bajarên Îsraîlê. Lê artêşa Îsraîlê da zanîn ku ev mûşeke ji aliyê pergala berevaniya esmanî Qubeya Hesin ve hatine xistin.

Balafirên şer Xezza bomberan kir

Li ser vê yekê balafirên şer ên artêşa Îsraîlê, li Xezzayê çend cihên ku tê gotin baragehên Cîhadîya Îslamî ne bombebaran kir.

Aliyê din, Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid ji derbarê mijarê de daxuyaniyek da. Lapîd, destnîşan dike, tiştê ku artêşa welatê wî kiriye, operasyoneke, “dijî terorê bûye ku bo ser gefeke ku pêwîst bû di cî de bersiv bê dayîn.”

Balyozê Amerîkayê yê Îsraîlê jî derheqê van êrîşan de gotiye, ji bo kontrolkirina rewşê ligel hemû aliyan di peywendiyê de ne.

Di encama êrîşan de 10 kes mirin

Piştî êrîşan, Wezareta Tendirustiya Xezzeyê, têkildarî encamên êrîşan de hin agahî parve kirin û dibêje di encamê de 10 kesan canê xwe ji dest dan û 75 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan di encama êrîşa Îsraîlê de serkirdeyeke payebilind yê Tevgera Cîhada Îslamî yê binavê Teysîr Cebarî jî hatiye kuştin.

Sekreterê Giştî yê Cîhadiya Îslamî Ziyad Nexle jî ragihand, “Gelek bi tundî bersiva vê destdirêjiyê didin. Ev şereke, ku dê gelê me tê de biserkeve.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji Îsraîlê bo Xezzayê êrîşa esmanî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *