Kolbereke Kurd li ser sînorê Îranê hat qetilkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hat ragihandin ku kolbereke Kurd, dema dixwest ji sînor derbas bibe rastî êrîşa hêzên Îranê hatiye û jiyana xwe ji dest daye.

Li gor agahiyên ji Rudawê hatine wergirtin, çaxê ku komek kolberan xwestine ji sînorê Şêx Silê derbas bibin rastî êrîşa hêzên Komara Îslamî yên Îranê hatine. Di encama êrîşê de hat ragihandin ku ciwanê 18 salî yê binavê Mihemed Nadirî ku ji bajarê Selas a Bawecanî ya Kirmaşan a Îranê ye, hatiye qetilkirin.

Li gor zanyariyan di dema vegera ji Herema Kurdistana Federal de êrîş li kolberan hatiye kirin.

Hêzên Îranê yên ser sînor di van demên dawî êrîş û zextên li ser kolberan zêdetir kirine.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Kolbereke Kurd li ser sînorê Îranê hat qetilkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *