Li Colemêrgê operasyona leşkerî

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hat ragihandin, li Colemêrgê ji aliyê hêzên leşkerî ve li hemberî PKK’ê operasyonek hatiye destpêkirin.

Wezareta Navxeyî daxuyand ku li navçeya Çelê ya bi ser Colemêrgê, ji aliyê hêzên leşkerî ve li hemberî PKK’ê, bi nave “Eren Dorpêç-37” operasyonek nû ya berfireh hatiye destpêkirin.

Li gor daxuyaniya wezaretê, operasyon bi beşdarbûna 610 leşkerên ser bi Fermandariya Cendirme û cerdewanan ku ji 38 tîman pêk tê, birêve diçe.

Her wiha, wezaretê duh diyar kiribû ku, li Deşta Xanê cebilxaneyeke ku tê gotin aydê PKK’ê ye hatiye destpîtkirin û dest danibû ser hejmarek zêde amûrên leşkerî.

Hêjayî  gotinê ye ku ev salekê zêde ku li bajarên wekî Wan, Amed, Mêrdîn, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Îdir, Qers, Erdexan û çend navçeyên din hêzên leşkerî bi navê “Eren” operasyonên leşkerî lidardixin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Colemêrgê operasyona leşkerî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *