Li Colemêrgê welatiyek hat girtin

featured
WÊNE:MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê welatiyê bi navê Esat Çakmak, ku çend roj beriya niha li gundê Darê hatibû desteserkirin, bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin.

Di 18’ê Îlonê de li gundên Darê, Memkava, Nêbarê û Kaport ên bi ser Gever a Colemêrgê  operasyona leşkerî da hatibû lidarxistin. Piştî operasyonê leşkeran li gundê Darê welatiyê bi navê Esat Çakmak desteser kiribû. Çakmak piştî karûbarên fermî yên li Midûriyeta Ewlekariya Geverê, derxistin pêşberî dozger. Çakmak ji vir jî tevî ku îfadeya wî hat girtin, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Nobedar hate kirin.

Di encama darizandinê de Çakmak bi hinceta “Endamtiya Rêxistinê” hate girtin û ew şandin girtîgehê.

Her wiha 10 welatiyên di heman demê de li Gundê Memkavayê hatibûn desteserkirin jî, duh ji aliyê dadgehê ve serbest hatibûn berdan.

Serhat News

Jêder MA

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Colemêrgê welatiyek hat girtin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *