Li Edeneyê êrîş avahiya HDP’ê kirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hat ragihandin ku li dijî avahiya HDP’ê ya navçeya Çukurova ya Edeneyê bi keviran êrîş hatiye pêkanîn. Piştî êrişê xesara madî li avahiyê navçeyê çêbû.

Li gor agahiyan şevêdin, hin kes an jî kesên nasnameya wan nediyar, bi keviran êrişî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Çûkûrovaya Edeneyê kirin. Di êrişê de camên paceyên avahiyê partiyê şikestin û xesara madî pêk hat. Hat zanîn ku têkildarî êrişê tu kes nehatiye binçavkirin.

 Hevserokê HDP’a Edenê Mehmet Karakiş bertek nîşanî êrişê da û wiha got: “Divê êriş perçeyeke geşedanên demên dawî bê dîtin. Ji her hêlê ve mafê siyasetkirinê yê HDP’ê tê astengkirin. Li aliyekê qedexe hene, li aliyê din jî êriş. Ji kesê van êrişan dixwaze nanekê bixwe, nikare tiştekê bi dest bixe. Ji bo gelên Tirkiyeyê HDP, hêviyeke mezin dibe ye. Her ku ev hêvî mezin dibe em ji bo kesên ji pêvajoyên tarî hes dikin re dibin xewnereşkeke mezin. Hêz, wêrektî û cewhera me heye ku em ji heqê van hemû êrişan dervikevin.” (MA Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Edeneyê êrîş avahiya HDP’ê kirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *