Li Êlihê operasyon: 11 jin hatin desteserkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hevseroka Şaredariya Êlihê Songul Korkmaz ku ji kar hatiye dûrxistin jî di nav de li Êlihê, 11jin hatin desteserkirin.

Hat ragihandin ku li Êlihê vê sibê di encama serdagirtina malan de 11 siyasetmedarên jin hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyan, kesên hatine desteserkirin ev in:

Hevseroka Şaredariya Êlihê Songul Korkmaz, Hevseroka Şaredariya Bekirhan Gulistan Sonuk, Hevseroka Şaredariya Hezo Nazime Avci, Hevseroka berê ya HDPê ya Êlihê Fatma Ablay, Endama Meclisa Giştî ya Bajêr Semra Guneş, Hevseroka Navenda HDPê Gurbet Dogan, Çalakvanên TJAyê Gurbet Bozyigit, Halide Keser, Gulnur Deli, Zeynep Oduncu û Ruken Zeryam.

Hate destnîşankirin ku kesên hatine desteserkirin li Midûriyeta Ewlekariyê ya Êlihê tên girtin.

Derbarê hinceta desteserkirina siyasetmedarên jin de heta niha tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Êlihê operasyon: 11 jin hatin desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *