Li herêma Serhedê sir û seqem bi bandor e

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

 Li Erzirom, Erdexan, Qers û Agiriyê ji ber sir û seqemê hin wesayît qerimîn, kanî, çem û cobaran jî cemed girt.

Li Erziromê şevêdin germahiya hewayê wekî di bin sifirê de 14 pile hat pîvan. Li bajêr şadirwanên hin mizgeftan û kaniyên li ser kuçeyan qerisîn, her wisa ji ber sermayê bi baniyên avahiyan ve şembelûk daliqîn, rê û peyarêyan cemed girt.

Yek ji bajêrên ku zivistan bi hemû dijwariya xwe berdewam dike bajarê Erdexanê ye. Li vir berfê her der spîçîl kir û her wiha li cihên bilind jî vegerand bagerê.

Li herêma Serhedê sir û seqem bi bandor e - Li herema Serhede sir u seqem bi bandor e 1

Çemê Mûradê qerimî

Li bajarê Agiriyê sir û seqem tesîrek xerab li ser jiyana welatiyan ya rojane dike. Jiber seqemê Çemê Muradê û cobar qerimîn.

Di depoya avê ya li goristana bajêr da şembelûkên bi metreyan dirêj çêbûn, qiraviyê avêt daran.

Welatiyan jî li hemberî sermayê wesayîtên xwe bi betanî û cilikan nixumandin.

Sarikamişê 45 santîmetre berf

Li Qersê jî hin wesayîtên ku ji ber sir û seqemê qerimîn û nexebitîn, bi pergala teqwiyeyê hatin xebitandin.

Li bajêr gol û cobar jî qerimîn.

Li navçeya Sariqamîşê serma û xebatên berfê berdewam in.

Li herêma Serhedê sir û seqem bi bandor e - Li herema Serhede sir u seqem bi bandor e 3

Li navenda navçeyê stûriya berfê gihîşt 45 santîmetreyan, şembelûk bi baniyên avahiyan va daliqîn.

Her wisa ekîbên Şaredariya Sariqamîşê li ser kolanên sereke yên bajêr dest bi paqijkirina berfê kirin. Ekîb berfê barî kamyonan dikin û dibin li dervayî bajêr vala dikin.

Li çemê Sariqamîşê yê qismekê wê qerimî ye, werdekên serkesk li qût geriyan. (AA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li herêma Serhedê sir û seqem bi bandor e

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *