Li Îtalyayê 9 kesan di lêhiyê de jiyana xwe ji dest da

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Îtalyayê ku ev çend roje baraneke xurt dibare, lêhî rabûye û di encamê de 9 welatiyan jiyana xwe ji dest daye.

Li herêmên Îtalyayê yên  Emîlîa-Romagna û Marche, ev çend roje bê navber baran dibare. Li gor agahiyan baran li van deveran bûye sedema lêhiyê û heta niha 9 kesan di lêhiyê de jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Parastina Sivîlan ya Îtalyayê ragihand ku 23 gund di bin avê de mane.

Herwiha wezaretê bang kiriye ku tedbîrên pêwîst bêne wergirtin. Di vê navberê de şaredariyên li herêmê jî bang li welatiyan kiriye ku xwe bispêrin deverên bilind.

Rayedarên Îtalî dane zanîn ku heta niha 5 hezar welatî ji herêma lêhiyê bo cihên ewle hatine veguhestin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Îtalyayê 9 kesan di lêhiyê de jiyana xwe ji dest da

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *