Li Mêrsînê operasyon: 5 kes hatin desteserkirin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hat ragihandin ku, di encama operasyonekî de li Mêrsînê 5 kes hatine desteserkirin.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ekîbên girêdayî Midûriyeta Ewlekariyê ya Mêrsînê vê sibe li ser fermana Serdozgeriya Mêrsînê operasyonek dane destpê kirin.

Hat ragihandin ku di encama operasyonê de polîsan bi ser gelek malan de girtine û di hundir de lêgerîn pêk anîne.

Li gor agahiyan piştî lêgerînan, welatiyên bi navê C.A.T., A.Ç., D.G., F.S. û A.T. hatine desteserkirin.

Hat hînbûn ku, ev kese bi îdîaya “Weheye, di 15’ê Tebaxê de çalakiyan lidarbixin” hatine desteserkirin.

Tê diyarkirin, kesên desteserkirî piştî muayena li nexweşxaneyê bo lêpirsînê birine Midûriyeta Ewlekariyê.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Mêrsînê operasyon: 5 kes hatin desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *