Li Qersê û Agiriyê lehî rabû

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li bajarên Qers û Agirî şevê din barana zêde bû sedema lêhiyê. Ji ber lêhiyê rê hatin girtin û av ket nav bi dehan mal û cihên kar.

Li navçeya Akyaka ya Qersê şevê din baraneke zêde bariya, kolan û rêyên nava bajêr tejî av bûn û lehî rabû.

Di lehiyê de av ket nav bi dehan mal û cihê kar ên welatiyan. Herwiha hinek beşên xeta trênê jî di bin avê de man.

Ji ber rabûna lehiyê di nav bajêr de çûn û hatina otomobîlan jî zehmet bû û hinek beşên rê hatin girtin.

Heta derengê şevê tîmên şaredariyê rêyên nav bajêr, mal û cihên kar ên tejî av bûbûn paqij kirin.

Di heman demê de li bajarê Agiriyê jî heta derengê şevê baran barî.

Li Agiriyê jî ji ber barîna zêde ya baranê, kolanên nav bajêr tejî av bûn û çûn û hatin zehmet bû.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Qersê û Agiriyê lehî rabû

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *