Li Sûriyê Kolera belav dibe, heta niha 39 kes mirine

featured
WÊNE EURONEWS
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hat ragihandin, di nava van 4 mehên dawî yên îsal de li Suriyeyê herî kêm 39 kes ji ber nexweşiya Kolerayê jiyana xwe ji dest dane.

Ev demeke li Suriyê, di nava civakê de nexweşiya Kolerayê her diçe zêde dibe. Li gor agahiyên ji ajansan hatine wergitin, tenê di nava van 4 mehên dawî yên sala 2022’an de li vî welatî, herî kêm 39 kes ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane. Cihên ku nexweşî lê hatine ragihandin Heleb û Reqa li bakur, Laziqiye li beravên Deryaya Spî û Dêrezor e ku li ser sînorê Iraqê ye.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihandiye ku li herêmên di bin kontrola rêveberiya Şamê de 23 kes ji ber nexweşiya kolerayê mirine.

Li gorî vê yekê, li bakurê wî welatî li Helebê 20 kes mirine, ji bilî mirinan herî kêm 253 kes bi kolerayê ketine.

Li gorî nûçeya Euronewsê, Midirê Rêveberiya Tenduristiyê Civan Mistefa derbarê rewşa bakurê rojhilatê Sûriyê de agahî parve kiriye û ragihandiye ku ji 5ê Îlona 2022an heta niha 16 kes mirine û 2 hezar û 867 kesên gumanbar hene ku bi kolerayê ketibin.

Mistefa gotiye ku ev nexweşî ji ber hebûna bakteriya Vibrio di çemê Firatê de derketiye û ava wê gelekî kêm bûye.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Sûriyê Kolera belav dibe, heta niha 39 kes mirine

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *