Li Zaxoyê qezaya trafikê: Kesek mir 29 kes birîndar bûn

featured
Rûdaw
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Zaxoyê di encama qezaya trafîkê de kesekê jiyana xwe ji dest da û 29 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan, li ser rêya Girşînê ya nêzîk tunela Zaxoyê ya Herêma Kurdistana Federal, kamyonek û otomobilek li hev qelibîne. Berdevkê Tendirustiya Zaxoyê Emîr Elî ragihand, di bûyerê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 29 kes jî birîndar bûne.

Emîr Elî bi domdarî da zanîn ku, ji 29 birîndarên bûyerê jî 9 kes jin in û 20 kes jî zilam in. Wî destnîşan kir, kesê jiyana xwe ji dest daye, zilam e û 30 salî ye.

Elî her wiha anî ziman, birîna hejmarek ji birîndarên bûyerê giran e û dermankirina wan di nexweşxaneyê de berdewam e. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Zaxoyê qezaya trafikê: Kesek mir 29 kes birîndar bûn

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *