Medreseya Mîrê Colemêrgê wê bê restorekirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Medreseya Mîrê Colemêrgê, Mîr Zeynel a li Taxa Binqesrê Colemêrgê dê bê restorekirin.

Medreseya Mîr Zeynel, di sala 1560’an de ji aliyê Mîr Zeynel ve hatiye avakirin û ji sala 186’an vir ve nayê bikaranîn. Medreseya ku niha wêran bûye dê ji aliyê Zanîngeha Colemêrgê ve bû restorekirin.

Medreseya Mîrê Colemêrgê wê bê restorekirin - Medreseya Mire Colemerge we be restorekirin 6

Li gor nûçeya AA’yê Medreseya Mîr Zeynel ku piştî erdheja di sala 1863’an de hatiye terikandin û niha ji bilî çend hêmanên wê kavil bûye, di serdema xwe de bûye navendeki zanîst ê.

Di medreseya ku ji keviran hatiye çêkirin de 8 ode, holek û gora Mîr Zeynel cih digirin. Beşeke zêde ya medreseyê kavil bûye, lê beşên saxlem jî hêj li ser piyan in.

Medreseya Mîrê Colemêrgê wê bê restorekirin - Medreseya Mire Colemerge we be restorekirin 2

Rektorê Zanîngeha Colemêrgê Prof. Dr. Omer Pakiş ku di nava bermehiyên medreseyê de hin lêkolîn pêk anîn, dibêje, “Mîr Zeynel di nav mîrên Colemêrgê de bi egereke mezin ew kes bûye ku herî zêde mîrektî kiriye. Mîr Zeynel di çand, rabirdû û dîroka Colemêrgê de şopên daîmî hiştine. Li vê derê hem gor û hem jî medrese heye.”

Medreseya Mîrê Colemêrgê wê bê restorekirin - AA 20221005 29075295 29075293 HAKKARIDEKI 462 YILLIK ZEYNEL BEY MEDRESESI TURIZME KAZANDIRILACAK

Akademîsyen Dr. Yaşar Kaplan anî ziman, “Li ser avakirina vê medreseyê belgeyên cuda di destê me de hene. Li gor destxetên nivîskî, ev medrese sala 1560an hebûye û melayekî bi navê Mewlana Husên lê mamoste bûye û heta sala 1860an jî perwerde lê berdewam bûye.”

Hêjayî gotinê ye ku Mîr Zeynel sala 1585an li bajarê Merendê yê Azerbaycanê di şerekî de canê xwe jidest dide û sala 1587an termê wî bo Medreseya Mîr Zeynel tê veguhestin. Li gor Şerefnameyê Mîr Zeynel 40 salan hikumdariya Colemêrgê kiriye.

Medreseya Mîrê Colemêrgê wê bê restorekirin - Medreseya Mire Colemerge we be restorekirin 4

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Medreseya Mîrê Colemêrgê wê bê restorekirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *