Newroza Geverê bi coş dewam dike

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Gever a Colemêrgê Cejna Newrozê dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin. Pîrozbahî li stada Yenîşehîrê tê lidarxistin û gelê Geverê ber bi qadê ve diherike. Demek dirêj welatî li ber nokteyên polîsan hatin rawestandin û li vê derê govend gerandin. Tevî hewayê sar jî gelê Geverê li qadê kom bûye û govendê digerîne. Kelecana Newrozê hêjayî dîtinê ye û welatî bi dirûşmeyan kelecana xwe tînin ziman.

Pîrozbahî bi rêzgirtinê destpê kir.

Hevserokê HDP’a Geverê Şoreş Dîrî, Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari yê qeyûm danîne şûna wî û Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel dê di pîrozbahiyê de biaxivin.

 Her wiha dê hunermend Rûken Yilmaz, Kadîr Çat û Grûp Îysan Ateşî jî derkevin ser dikê û bistrin.

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Newroza Geverê bi coş dewam dike

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *