Nobeta edaletê didome: Em ê bi hev re edaletê bînin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Malbatên tevlî Nobedeta Edeletê ya ku xizmên girtiyan dabûn destpêkirin bûn diyar kirin ku çiqas qelebalix bibe wê evqas deng bê bihistin û banga xwedîderketinê li çalakiyê kirin. 

Xizmên girtiyan, ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin û nayên tahliyekirin bên berdan, li Avahiya Xizmetê ya Baroya Wanê çalakiya ‘Nobeta Edeletê ya ji bo Girtiyên Nexweş’ dan destpêkirin û hefteyek li pey xwe hişt. Ji roja çalakî hatiye destpêkirin xizmên girtiyan bi seknek bi biryar daxwazên xwe tînin ziman û tevlibûna nobetan roj bi roj zêde dibe. Malbatên di nobetê dê banga tevlibûna çalakiyê kirin û wiha gotin: “Em hemû destên xwe bidin hev û bang bikin û bêjin êdî bes e.”

 ‘Nikarin biçin nexweşxnayê nikarin dermanan bigirin’ 

Girtiyê bi navê Îbrahîm Alkan  67 saliye, sê sal in li girtîgeha Tîpa F ya Wanê girtiye û nexweşê dil, tansiyon û şekire. Hevjîna wî Dilşah Alkan yek ji xizmên girtiyan ku di çalakiyê de ye. Dilşahê daxuyakirin ku divê hevjînê wê bê dermankirin lê tê astengkirin û wiha got: “Li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş hene. Ji bo biçin nexweşxanê bi dehan carî daxwaznameyê didin, bibin nexweşxaneyê jî nikarin derman bigirin. Em naxwazin kes bimre. Em aştiyê dixwazin. Gelo wê ev heta ku derê wisa bidome.”

 ‘Hêza wî nema’ 

Dilşahê diyar kir ku 7 sal û 6 meh ceza li hevjînê wê hatiye birîn, lê ji ber nexweşiyan hêza wî ya li girtîgehê bimîne nemaye û ev tişt vegot: “Em dixwazin girtiyên nexweş hemû bên berdan. Piranî girtî tevî cezayên wan qedyane nayên berdan. Me dest bi nobetê kir. Bila her kes destê xwe bide ser wijdana xwe. Êdî bes e. Ev zilm bila bidawî be. Werin em bi hev re ji vê zilmê re bêjin bes e.” ‘Divê malbatên girtiyan tevlî bibin’ Girtiyê nexweş Sînan Dayan jî 35 sal ceza lê hatiye birîn. Dayika wî Zeynep Dayan destnîşan kir ku kurê wê 5 sal û  4 mehe girtiye, vê pêvajoyê de du caran emeliyet bûye û wiha rewşa kurê xwe vegot: “Kurê min li girtîgeha Tîpa F ya Wanê girtiye, du mehe di koxuşa karantînayê d eye. Niha rewşa wî çawaye em nizanin. 20 roje telefon nake. Min îsal du caran kurê xwe dîtiye. Ji ber nexweşe dikin koxuşa karantînayê.  Li şûna di karantînayê de bila ligel me be. Em baştir lê dinêrin.”

 ‘Belkî dengê me bê bihistin’ 

Zeynebê daxuyakirin ku ji bo dengê girtiyan bidin bihistin dest bi nobeta edeletê kirine û got ew ji malbatan piştgiriyê dipên û wiha dawî lê anî: “Em çiqas qerebalix bin wê evqas dengê me derkeve. Bila zarokên me berdin. Em dixazin malbat tevlî bibin. Belkî em çareseriyekê bi vî awayî bînin.” 

‘Ji bo edaletê tevlî çalakiyê bûm’ 

 Dayika Emrah Abî yê 66 sal ceza girtiye û 10 sal in girtiye, Asya Abî jî wiha axivî:  “Ez ji bo edeletê hatime vir.  Emrah li girtîgeha Wanê dima, surgunê Osmaniyê kirin. Du meh in nabînim. Sedema vî cezayê lê birîne, kurdbûna wî ye. Ez jî dixwazim malbatên din tevlî bibin û edeletê bi hev re bînin.”

Jêder: JINNEWS

(A-A)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Nobeta edaletê didome: Em ê bi hev re edaletê bînin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *