Nûnera TİHV’ê ya Wanê: Ev girtin di dîroka Tirkiyeyê de wê bibin lekeyek reş

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Nûnera THÎV’ê ya Wanê Sevîm Çîçek ku girtina 9 rojnamevan û Serokê TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci nirxand, got “Saziyên cemaweriyê bûne pêlîstika desthilatê. Girtina van kesan di darazê de bê wateye. Ev rehîngirtine.”

Paltforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê, li hemberî girtina 9 rojnamevanan, bi mebesta piştevaniyê çû serdan Ajansa Mezopotamya (MA) û JINNEWS’ê. Di serdanê de endamên platformê bo çapemeniyê peyama piştgiriyê dan. Midûrê Buroya Wanê ya MA’yê Adnan Bîlen jî bo serdana wan spasiyên xwe pêşkeş kir û got ku ew ê li hemberî hemû pêkutiyan dev ji nivîsandina heqîqetê bernedin.

Endama platformê û Nûnera Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê(THÎV) Sevîm Çîçek, di dema serdanê de girtina rojnamevan û Seroka Yekitiya Tabîbên Tirk (TBB) Şebnem Korur Fîncanci ji Serhat Newsê re nirxand. Çîçek got, “Ev girtin di dîroka Tirkiyeyê de wê bibin lekeyek reş.”

‘Em bi pêkanînên kêfî re rû bi rûne’

Çîçek di berdewamiyê de destnîşan kir ku girtina van kesan tu eleqeya xwe bi hiqûqê nîne û wiha pêde çû: “Em bi pêkanînên kêfî û derhiqûqî re rû bi rûne. Rojnamevan, tenê ji ber kar û barên nûçegîhaniyê bi îşkenceyê hatine girtin. Bi van girtinan desthilat dixwaze ku li ser civakê tirsê bide ferzkirin.”

Nûnera TİHV’ê ya Wanê: Ev girtin di dîroka Tirkiyeyê de wê bibin lekeyek reş - WhatsApp Image 2022 10 29 at 19.19.35 1024x682 1

‘Em bûne şahidê pêkutiyan’

Her wiha Çîçek da zanîn ku êdî li welat xwe îfadekirin dibe sedema pêkutiyan û wiha pêde çû: “Li vî welatî sûç bê ceza dimînin. Peywirdarên cemaweriyê ne li gor destûra bingehîn tevdigerin. Ew bi ser esasên siyasî, ji bo berjewendiyên desthilatê dixebitin. Ev jî sûç e. Dema Mamoste Şebnem hate desteserkirin, ji aliyê TRT ve dîmênên nerast yên pêkenok hatin weşandin. Bi vî avayî hate xwestin ku rûmeta wê bê şikandin. Ev hemû jî binpêkirina mafan e. Divê civak li hemberî vê bisekine û xwedî derkeve. Li hemberî van pêkutiyan piştevanî pêwîste.

‘Ev pêvajo wiha naçe’

Çîçek bi gotina “Divê hemû kes li hemberî binpêkirina mafana raweste’ dirêji da axaftina xwe û wiha derbirî: “Fîncanci, Pisporê Tiba Edliye. Wê di hemû emrê xwe de bo parastina mafê mirovan têkoşîn meşandiye. Girêdana van kesan bi ‘Terorê’ re aciziya hiqûmetê dide nîşandan. Ew ji derketina holê ya heqiqat û rastiyê ditirsin. Saziyên cemaweriyê bûne pêlîstika desthilatê. Girtina van kesan di darazê de bê wateye. Ev rehîngirtine. Elbet ev pêvajo wiha naçe. Em ê li hemberî vê têkoşîna xwe bidomînin.”

Vîdeo/Montaj: Dildar Guler

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Nûnera TİHV’ê ya Wanê: Ev girtin di dîroka Tirkiyeyê de wê bibin lekeyek reş

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *