Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Temel: Îktidar li ser Îmraliyê spekulasyonan dike

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel bertek nîşanî daxuyaniyên spekulatîf ên îktidarê yên derbarê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de da û got: “Îktidar li ser Îmraliyê spekulasyonan dike. Ev polîtîkayên qirêj in. Em red dikin. Ne kurd û ne jî tevgera siyasî ya kurd van nêzîkatiyan qebûl nakin.”  

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ya tê ragirtin. Ev nêzî 26 mehan ne ku Ocalan nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike. Tevî pêvajoya hilhbijartinê, dîsa nîqaşên derbarê Abdullah Ocalan de hatine rojevê. Di çapemeniyê de çend roj beriya niha hatibû îdîakirin ku hin nûnerên hiqûmtê li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin pêkanîne.

Cîgirê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamenterê Wanê Tayîp Temel têkildarî van îdîayan de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Temel diyar kir ku sazûmanbûna AKP-MHP’ê bi pergala ‘Tecrîda’ Îmraliyê dest pê kir û got: “Ji bo ku deng û fikrên Ocalan negihîjin raya giştî, hevdîtinên li gel wî qut dikin. Şirîkatiya AKP û MHP’ê li ser dijminatiya kurdan hatiye avakirin. Polîtîkaya dijminatiya kurdna jî bi tecrîdkirina birêz Ocalan re dest pê kir. Birêz Ocalan ji bo kurdan xeta sor e û lewma rakirina tecrîdê divê demildest pêk were.”

Rola Ocalan ya li Rojhilata Navîn

Temel bal kişand ser rola Abdullah Ocalan a li Rojhilata Navîn û got: “Ji bilî pêşkêşkirina perspektîfa demokratîkbûyîn, jiyana hevbeş û bi hev re jiyana gelan û nasnameyan di rêgezeke adil de, ti daxwaz û daxwazeke din a birêz Ocalan nîne. Ew her dem vê yekê dibêje. Hêza nirxandinan ewqas bi bandor e ku berhemeke weke Rojava derketiye holê.”

 ‘Ev polîtîka nayên qebûlkirin’

Temel rewşa Ocalan ya li Îmraliyê nirxand û wiha axivî: “Her cara ku ev îktidar di nava xwe de asê maye, zemînê winda dike, dema ku diviyabû xwe bispêre gelê kurd, her tim hewl da bi pragmatîst bi awayek sûdê jê werbigire, tecrîdê nerm dike û birêz Ocalan dixe dewrê. Îktidar hewldanên dişibin hev her tim dike dewrê. Faşîzm lawaz dibe û lewma hewldanên wiha dide destpêkirin. Hevdîtinên girtî yên li Îmraliyê ku wisa pêk tên di nav xelkê de tu wateya wan nîne. Ev nêzîkatiya îktidarê ku bi polîtîkayên paragmatîst birêz Ocalan wek amûr bikar tîne nayê qebûlkirin. Vî zimanê îktidarê yê li ser birêz Ocalan nayê qebûlkirin. Beriya her tiştî divê li sedemên tecrîdê bê pirsîn. Divê ev mijarên hevdîtinên ji spekulasyonan bê derxistin. Her kes dema li ser birêz Ocalan axaftinan, nirxandinan bike, divê gelek bi baldar bin. Divê zanibin ku ziman û şêwaza wan çi dibêjin.”

 Temel:  Ev polîtîkayên qirêj in

“Îktidar li ser Îmraliyê spekulasyonan dike. Ev polîtîkayên qirêj in. Em red dikin. Ne kurd û ne jî tevgera siyasî ya kurd van nêzîkatiyan qebûl nakin. Bêyî ku behsa tecrîdê bikin, behsa astengkirina hiqûqe bikin, lê heke spekulasyonên derbarê Îmraliyê de bikin, niyeta wan xerab e. Her wiha ji daxwaza azadiya kurdan jî fêm nekirine. Daxuyaniyên derbarê Îmraliyê de tên kirin, bêcîdiyet in û encama zîhniyeta ku ji çareseriya pirsgirêka kurd dûr e. Divê ku gelê me baweriya xwe ne bi van polîtîkayên îktidarê bînin û ne jî tehamûlî van polîtîkayan bikin.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Temel: Îktidar li ser Îmraliyê spekulasyonan dike

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *