Qurana Kurdî bi sê zaravayên Kurdî li ser platforma dîjîtal tê pêşkeşkirin

featured
Malpera Qurana Kurdî
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Qurana Kurdî li ser platformên dîjîtal wek App Store, App Galerî û Google Player hate barkirin.

Heke kesek bixwaze dikare Quranê bi zaravayên Kurmancî, Zazakî û Soranî bixwîne, guhdar bike û binivîse. Kurmancî û Zazakî bi tîpên latînî û Soranî û Behdînî bi tîpên Aramî hatine nivîsîn.

Sê salan berê, pênc heval hatine ba hev û li ser platforma dîjîtal kêmasîya Qurana Kurdî ferq kirine. Li ser vî jî xebatek dane destpêkirin.

Berpirsê Malpêra Qurana Kurdî Ronî Bedîrxan derbarê pêvajoya amedekirina Qurana Kurdî de wiha gotiye: “Sê sal berê hevalekî me hat ji me re got li ser mobaîlê bi Kurdî Quran tunene. Em jî li ser vê rawestiyan û me got gelo em di vî warî de dikarin çi bikin? Me lêkolîn kir û biryar da û ev kêmasî temam bikin. Çîroka me wiha destpêkir.”

Qurana Kurdî bi sê zaravayên Kurdî li ser platforma dîjîtal tê pêşkeşkirin - Roni
Ronî Bedîrxan

Qurana Kurdî li ser App Store, App Galerî, Google Player, Twîtter, Înstagram, Facebook, Youtub û WEB hatîye sazkirin. Gava kesek bixwaze dikare bi deng guhdar bike, bi nivîskî jî bixwîne û binivîse.

Platforma dijîtal ya Qurana Kurdî bi sê zaravayên Kurdî hin xizmetên din jî dide, wek gotinên pêşîyan, biwêjên Kurdî, demjimêra ezanê û hin tiştên din.

Gava kesek li ser malpêra Qurana Kurdî lêbigere dikare li çar herêmên Kurdan (Tirkîye, Îraq, Îran û Sûrîye) bajaran hilbijêre û dema ezanê dîyar bike. Li ser lînkekê jî Kurmancî, Zazakî, Soranî û Behdînî dikare hilbijêre. Xeyrî vana pêhesandina bagnê û pêhesandina ayetan jî bi awayekî otomotîk tê ser ekranê telefonan.

Berpirsê Malpera Qurana Kurdî Ronî Bedîrxan radigîhîne ku di vî warî de çend armancên wan hebû ji wan yek, ku ya sereke pêşxistina xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî ye. Bedîrxan di vê derbarê de wiha domandiye: “Berî her tiştî me xwest di warê platforma dîjîtal de kêmasîya Qurana Kurdî temam bikin. Lê di nav armancên me de tiştekî sereke jî ewe ku pêşxistina zimanê Kurdî ye. Em dixwazin bi rêya xwendin û nivîsandina Quranê zimanê Kurdî jî geş bikin.”

Dema kesek bibe aboneyê vê platforma dijîtal her roj ayetek, biwêjek, gotineke pêşîyan bi Kurdî yekser dikeve ser rûpela sereke ya telefonê. Dîsa li bajarên Tirkîyê (81 bajar) heta Ewrûpayê wek Stenbol, Enqere, Londra, Parîs, Bruksel, Marsîlya û her wekî din bi pêhesandinên dema ezanê tê haydarkirin. (Dengê Amerîka)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Qurana Kurdî bi sê zaravayên Kurdî li ser platforma dîjîtal tê pêşkeşkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *