Li Edeneyê operasyon: Gelek kes hadin desteserkirin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Edeneyê di encama serdegirtinên malan de gelek kes hatin desteserkirin.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, polîsan vê sibê li hin navçeyên Edeneyê operasyonek dane destpêkirin û li gelek malan de lêgerîn pêk anîne. Hat ragihandin ku di dema serdegirtinên malan de polîsan alav û amûrên malan belav kirin. Di encama serdegirtinan de welatiyên bi navê Mehmet Oztemel, Caner Abo, Firat Bahadir, Ozan Mamuk, Ladîn Mamuk, Dîlan Erbek û hin kesên din ku navên wan nehatine hînbûn, hatine desteserkirin.

Tevî ku sedema desteserkirinê nehatibe zanîn jî, hate diyarkirin ku desteserkirî niha li Midûriyeta Ewlekariya Edeneyê tên ragirtin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Edeneyê operasyon: Gelek kes hadin desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *