Qeyrana aborî tesîrek neyînî li ser firotina pirtûkên Kurdî kiriye

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Qeyrana aborî ku ev demeke li Tirkiyeyê tê jiyandin, li ser firotina pirtûkên Kurdî jî tesîrek neyînî dike.

Li Tirkiyeyê qeyrana aborî û rewşa siyasî û civakî li ser firotina pirtûkên Kurdî û weşanxaneyên Kurdî bandorên neyînî kiriye. Weşanger û pirtûkfiroşên Kurd, didin zanîn tevî kêmbûna xwîner û derfetên kêm yên berhemên Kurdî, rewşa dawî ya Tirkiyeyê jî bandorên giran li ser piyaseya pirtûkên Kurdî kiriye.

Li gor nûçeya Kurdistan 24’ê pirtûkfiroş û rêvebirên weşanxaneyên Kurdî radigihînin ku ji ber rewşa aborî, siyasî û civakî ya li Tirkiyeyê firotina berhemên Kurdî gelek kêm bûne.

Weşanger ji heyama payîzê hêvîdar in

Firoşkar û weşanger radigihînin ku her çiqas zehmetî û astengî hebin jî, heta ew karibin dê plan û projeyên geşkirina piyasaya berhemên Kurdî berdewam bikin û hêvîdar in ku hem bi destpêkirina heyama payîzê re û hem jî bi lidarxistina pêşangehan dê rewş baştir bibe.

Koordînatorê Pirtûkakurdî Bawer Berşev derbarê mijarê de hin nirxandin kirin û wiha got: “Li gor Tirkî xwînerên Kurdî jî kêm in, bi milyonan xwînerên berhemên Tirkî hene. Her çiqas piyase ketibe jî dîsa jî bi milyonan xwîner hene. Lê ya Kurdî ne wisa ye, xwînerên Kurdî jixwe kêm in û dema havîn dibe jî piyase tam kêm dibe.”

‘Xwînerên Kurdî kêm in’

Weşanger û firoşkarên berhemên Kurdî, havînan kêmbûyîna firotina pirtûkan normal dibînin û malperên ku firotinê dikin jî xwe nûjen dikin da ku piyaseya berhemên Kurdî geş bikin. Bal jî tê kişandin  ku li Tirkiyeyê 20 -25 hezar xwînerên Kurdî hene û ev jî potansiyeleke gelek kêm e.

Weşanger Azad Zal di heman babetê de nêrîna xwe parve kir û wiha axivî: “Herî zêde salekî berê mesrefa ku me dikir, li gor niha 5 qat zêde bûye. Yanî bihayê kaxit 5 qat zêde bûye. Eviya jî bikî nekî li ser karê me bandor dike. Em nikarin bi hêjmarên zêde çap bikin. Berê me hezar, 2 hezar û carina 3 hezar çap dikir, lê niha ji zêdeyî 500 heban em nikarin çap bikin. Hem ji ber mesrefên zêde û hem jî ji ber xwînerên me kêm dibin em nikarin zêde çap bikin. Xwîner jî ji ber giranbûyînê nikarin bistînin, pirtûkeke bi 5 lîreyî niha 60-70 lîre ye.”

Li Tirkiyeyê, weşanxaneyên Kurdî jixwe bi fedakarî xwe berdewam dikin. Weşangerên Kurdî bale dikşînin ku bi taybet sektora pirtûkên Kurdî bi gelek zehmtiyan tên berdewam kirin. Ew radigihînin ku vê havînê bandorên gel giran girtine û hêviya wan jî ew e ku di heyama nû de vê rewşê telafî bikin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Qeyrana aborî tesîrek neyînî li ser firotina pirtûkên Kurdî kiriye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *