Di encama êrîşa DAIŞ’ê de li Dêrezorê 23 leşker hatin kuştin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Dêrezorê di encama êrîşa DAIŞ’ê de 23 leşkerên artêşa Sûriyeyê hatin kuştin.

Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand duh êvar DAIŞ’ê li devera Badiyeyê ya Meyadîna a bi ser Dêrezor a Sûriyê ye, êrişî minibuseke artêşa Sûriyeyê kir.

Di encama êrişê de 23 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin û 10 leşkerên din jî birîndar bûn.

Endamên rêxistina terorî DAIŞ’ê di 7’ê Tebaxê de jî li bajarokê Medan Etîqê yê Reqayê êrîşî hêzeke artêşa Sûriyeyê kiribû û di encamê de 10 leşker hatibûn kuştin.

Li gor daneyên ji aliyê SOHR’ê ve hatine belavkirin, ji destpêka 2023’an heta niha, li Badiyeya Sûriyeyê DAIŞ’ê 210 leşker û milîsên Sûriyeyê û 157 sivîl kuştine.

Herwiha 20 çekdarên DAIŞ’ê jî ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyeyê û firokeyên Rûsyayê ve li heman navçeyê hatine kuştin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di encama êrîşa DAIŞ’ê de li Dêrezorê 23 leşker hatin kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *