Şaxa ÎHD’ê ya Wanê  dê bi mebesta 1’ê Îlonê daxuyaniyekê bide

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Şaxa ÎHD’a Wanê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, sibê dê daxuyaniyekê bide. ÎHD’ê di vê çarçoveeyê de bang li gelê Wanê kir ku beşdarî daxuyaniyê bibin.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a (ÎHD) a Wanê bi mebesta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya sibê dê li Parka Mûsa Anter a Wanê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.

ÎHD’ê jibo ragihandina bernameya 1’ê Îlonê di avahiya xwe de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Serokê ÎHD’a Wanê Firat Durmaz diyar kir ku xwestina aştiyê mafek mirovî ye û wiha got: “Nêzîkatiya bingehîn a ÎHD’ê ku parve dike li ser vî esasî ye. Mafên mirovan li ser bingeha azadiyan û aştiyê ye. Yanî heke îro di nava civakekê de, di nava neteweyekê de, li welatekî heke kes û aştî azad bin ev yek wê bibe avakirina hîmên aştiyê. Aştî bingeha azadiya kes, azadiya mal û milkên xelkê, azadiya mafên çandî, azadiya civakê, azadiya zimanê civakê ye.”

Durman diyar kir ku ew ê sibê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Parka Mûsa Anter daxuyanî bidin û xelkê Wanê hemû vexwend daxuyaniyê.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Şaxa ÎHD’ê ya Wanê  dê bi mebesta 1’ê Îlonê daxuyaniyekê bide

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *