Sê welatiyên Yunanîstanê li Hatayê hatin desteserkirin

featured
WÊNE MEDYA CİVAKİ HAYRİ TUNÇ
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Hatayê sê welatiyên Yunanîstanê ku ji bo tevli xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatine Hatayê hatin desteserkirin.

Her sê welatiyên Yunanistanê ên bi navê Alexis, Takis û Michail bo tevli xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatibûn Hatayê li gor îdiayê li Taxa Armûtlû ya navçeya Defneyê bi hinceta ‘Derbarê wan de îxbar heye’ hatine desteserkirin.

Welatiyên Yunanîstanê piştî hatin desterkirin, bo lêbirsînê ji Şaxa Biyaniyan a Miduriyeta Ewlekariya Hatayê re hatin veguhestin.

Piştî ku bûher hat bihistin parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) çûn  miduriyeta ewlekariyê.

Li gor nûçeya ajansa Mezopotamyayê, rayedarên ewlekariyê ji parêzeran re got ku ew kes ji ber ‘îxbarê anîne miduriyetê, 3 welatiyên Yunanistanê ne di bin çavan de ne û derbarê wan de tenê bi sedemên îdarî kirarî hatiye kirin. Tevî vê yekê jî welatiyên Yunanî nehatin berdan û hate xwestin ku ji bo lêkolînkirinê telefonên wan bên lêkolînkirin.

Parêzeran diyar kir ku rewşa heyî binçavkirina fîîlî ye û destnîşan kirin ku ragirtina welatiyên Yunanî ya li miduriyeta polîsan rewşeke keyfî ye.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Sê welatiyên Yunanîstanê li Hatayê hatin desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *