Serokê Tîma Dalkurdê Kiliçaslan banga alîkariyê kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ji aliyê Baroya Wanê ve bi mebesta danasîn û piştgiriya tîma futbolê ya Dalkurd ku li Swêdê hatiye avakirin, panelek hate lidarxistin. Di panelê de bo Dalkurdê banga piştgiriyê hate kirin.

Bi boneya piştgirî û danasîna Tîma Futbolê ya Dalkurd ku li Swêdê di sala 2004’an de hatiye avakirin ji aliyê Baroya Wanê ve panelek hat lidarxistin.

Panel di bin moteratoriya Parêzer Servet Ozkan de, bi beşdariya Serokê Tîma Dalkurdê Welat Kiliçaslan birêve çû.

Hejmarek zêde welatî jî tevli panela ku li salona Baroya Wanê hat lidarxistin bûn.

Serokê Dalkurdê Welat Kiliçaslan di axaftina xwe ya panelê de destnîşan kir ku Kurdên li Swêde bo ku Kurdan li Ewropa û dîyasporayê bidin nasîn ji wersîş an jî futbolê bêhtir bo karê lobiyê ev tîm ava kirine.

Di berdewamiyê de Kiliçaslan wiha axivî: “Xeyala min ew e ku sibê du sibê em bikarin li hemberî tîmên wekî Amed, Wan an jî Batmanê bilîzin. Armanca me ew e ku di pêşerojê em li hemberî tîmên mezin li Ewropayê jî bilîzin. Çewa Barselona bo Qatalanan qedir bûhaye û bi qîmete, Dalkurd jî bo Kurdan tiştek wisa ye. Zimanê wersîşê zimanekî navnetewî ye.”

Kiliçaslan her wiha behsa mebesta damezirandina Dalkurdê de jî axivî û wiha got, “ Em dixwazin wekî Dalkurd nasnameyek Kurdî ava bikin û dest bi perwerdehiyê bikin û akademiyên xwe li vir vekin. Ev jî bi aboriyê re girêdayî ye. Eger bo vê yekê sponsor hebin em ê xebatên baştir jî bikin.”

Kiliçaslan derbarê endamtiya tîmê de jî nêrînên xwe parve kir û ev tişt anîn ziman: “Ya din jî daxwaza me ew e ku gel bibe endam. Dalkurd tima komelêye. Xwediyê tîmê endamên komeleyê ne. Pereyê endamtiyê jî salê 25 Euro ne. Di vî warî de kêmasî dibekû ya me be. Me heta niha tu derfet an jî navnîşan diyar nekirine ku kes bên bibin endam. Divê em di vî warî de jî xwe pêş bixin û deriyên xwe vekin bo endaman.”

Di berdewamiyê de Kiliçaslan, got ku endamtî ne tenê di warê aboriyê de tiştek girîng e û wiha domand: “Dema em bi sponsorekî re rûnên, em bêjin bi Adîdasê re em rûnên, 500 endam tiştek cuda ye, yek milyon endam tiştek cuda ye. Dema endamên me pirr bin destê me jî xurttir dibe. Îro eger 800 kes endamên fermî yên Dalkurdê hebin û em behsê 50 milyon Kurdan bikin ev jî bo me şerme. Ger yek bixwaze bibe endam dikare li ser malpera Dalkurdê bi kartê krediyê bi hêsanî bibe endam. Dilê me dixwaze her malbatekî Kurdan bibe endamê Dalkurdê. Lewma ev tîma Kurdan e. Ez dubare dibêjim çewa Barselona bo Qatalanan tiştek pêwîst be, bo me jî Dalkurd wisa pêwîste. Divê em li Dalkurdê xwedî derkevin.”

Serhat News

Nûçe: Serhat Ece/Baran Tarhan

Montaj: Bariş Aslan

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Serokê Tîma Dalkurdê Kiliçaslan banga alîkariyê kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *