Tevî zor û zehmetiyan jî welatî dev ji jiyana gund bernadin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Tirkiyeyê, krîza aborî hema bêje li ser hemû qadên jiyanê bandorek neyînî kiriye. Tevî ku li bajaran her ku diçe jiyan bo welatiyan zehmettir dibe, li gundan jî cotkar û sewalkar bi gazincin. Ji ber zêdebûna buhayê mazot û lêçoyînên din, cotkar êdî nikarin wekî berê çandiniyê bikin û yên çandiniyê dikin jî nikarin berhemên xwe rakin. Lê tevî vê rewşê jî gundî dibêjin ew ji jiyana gund kêfê werdigirin.

Cotkar, Îskender Şenerê bavê 6 zarokan, li gundê Pitanis ê navçeya Payîzava’yê ev 60 sale jiyan dike. Ew jî wekî gelek kesan di van demên dawî ji ber krîza aborî bi gazince. Şener, dibêje herî zêde gîya, mast û şîr buhabûye û wiha got, “Em nikarin heqê keda xwe werbigirin. Hatinî tuneye, lê mesref pir zêde ne.”

Tevî zor û zehmetiyan jî welatî dev ji jiyana gund bernadin - Iskender Sener
Îskender Şener

‘Tevî zor û zehmetiyan jî kêfa me li gund tê’

Di berdewamiyê de Şener, behsa jiyana li gundan kir û got ku ew ji serê sibê hetanî êvar li gund vala namînin. Ew dibêje, her çiqas kêm be jî ew dikarin li gund debara xwe pêk bînin û wiha dirêjî dide gotinên xwe, “Em li gund, giha didirûn û sewalkariyê dikin. Karê me, ne zikê me têr dike ne jî me birçî dihêle. Lê dîsa jî têra me dike, em hewceyî tu kesî nabin. Seat ji serê sibê 04:00’an heta êvar em aliyekê gîha didûrin, li aliyê din jî sewalên xwe, xwedî dikin. Her wiha em şir didoşin û pênir çêdikin û difiroşin.”

Yek ji karê girîngtirin jî yê gundiyan dirûtina gihayî ye. Gundî, gîhayê hatiye dirûn, dikin texe û van texeyan bi alîkariya ker û hespan, dibin cihekî nêzî gund û li vir dikin lod. Dema zivistan hat, gundi bi kaşan ji van lodan gihayî bo pez dibin gund.

Tevî zor û zehmetiyan jî welatî dev ji jiyana gund bernadin - jiyana gund

‘Keda gundiyan ne be li bajaran jiyan nabe’

Şener, li ser sewalkariyê jî hin agahî dane me û got ku dema avisbûna pez de karê wan jî zêde dibe û ew berxikên nûzayî pêşwazî dikin. Tevî vê yekê Şener derbirî ku, ew li gund ji xwe re baxçeyan jî diçînin wiha domand: “Bax û baxçeyên me hene. Em li vir bacan, xîyar, bîber û her cure sebze digihînin. Mirof hesbike wê hemû dişt şîn bibe. Keda me ya li gundan nebe, mirov li bajaran nikarin jiyan bikin.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Tevî zor û zehmetiyan jî welatî dev ji jiyana gund bernadin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *