Ukranyayê bi dronan êrişî Moskowayê kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Şaredarê Moskowê Sergey Sobyanin ragihand ku Ukraynayê bi dronan êrişî paytexta Rûsyayê Moskowê kir û Balafirxaneya Vnukovo ya wî bajarî bi demkî hat girtin.

Vê sibê Ukraynayê bi çend dronan êrîşî Moskowê kir û yek ji dronan li avahiyeke bazirganî ket û ziyanên madî gehandin avahiyê.

Şaredarê Moskowê Sergey Sobyanin diyar kir, Bergiriya Asîmanî ya Rûsyayê çend dron li asîmanê Moskowê xistin xwarê, lê dronek bi avahiyeke bazirganî ket û bû sedema ziyanên madî.

Ajansa nûçeyên Rûsya TAS jî ragihand ku Balafirxaneya Vnukovo ya li Moskowê ji ber êrişê bi demkî hat girtin û seferên wê ji bo balefirgehên din hatin veguhastin lê piştî bi dawîbûna êrîşan car din ew balafirxane hat vekirin.

Roja Şemiyê jî Ukraynayê bi dronan êrişî Moskowê kiribû û Rûsyayê weke bersiv êrişî hin navçeyên Ukraynayê kiribû.

Şeva derbasbûy jî Amerîkayê jî ragihand ku ew li dijî wê yekê ku êrîş li dijî Rûsyayê di nava xaka wî welatî de pêk werin. (Rûda)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ukranyayê bi dronan êrişî Moskowayê kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *