Vansporê di maça xwe ya ewil de Bucaspor 1-0 têk bir

featured
Arşîv
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Vanspor ku di Koma Spî ya Lîga 2’yan a TFF’ê de dilîze, di sezona nû de li deplasmanê Bucaspor 1-0 têk bir û 3 puan dest xist. lHer wiha hate ragihandin ku di dema maça Amedspor û Denîzlîsporê de 12 alîgirên Amedsporê hatine desteserkin.

Sezona nû ya Lîga 2’yan ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) dest pê kir. Nûnerê Wanê Vanspor FK di sezona nû de li Îzmîrê bû mêvanê tîma Bucaspor 1928’an.

Vansporê di maça xwe ya ewil de Bucaspor 1-0 têk bir - Vanspor1

Maç li Stadyûma Bucayê hate lîstin. Tîma Vansporê ku di bin rêveberiya teknîk dîrektor Mustafa Sarigul de derketiye pêşbirka xwe ya ewil, di pêşbirkê de rikberê xwe Bucaspor 1-0 têk bir û 3 puan dest xist.

Gokbazê Vansporê Harun Kavaklidere di deqeya 18’an de gola tîma Wanê qeyd kir. Gokbazê Bucasporê Burak Kavak jî di deqeya 85’an de qarta sor dît dev ji lisîtikê berda.

Piştî vê encamê Vanspor bi 3 punan di rêza 7’an de cih girt. Vanspor FK dê hefteya bê de jî li mala xwe tîma Adiyaman FK’ê bike mêvan.

Di maça Amedsporê de 12 ciwan hatin desteserkirin

Tîma Amedsporê jî ku di Koma Sor a Lîga 2’an a TFF’ê de dilîze di maça we ya ewil de li mala xwe Denîzlîspor 2-0 têk bir û wê jî 3 puan bidest xist.

Vansporê di maça xwe ya ewil de Bucaspor 1-0 têk bir - Amedspor

Di maça ku li Stada Tahîr Elçi ya Diyarbekirê de hatiye listin de

Amedsporê di deqeya 75’an de penaltiyek bidest xist. Gokbazê Amedsporê Gokhan Aslan penaltî avêt û kir gol.

10 deqe piştî gola Aslan, vê car jî di deqeya 85’an de gokbaz Mehmet Ozdiraz gola duyan ya Amedsporê qeyd kir û tîma Amedê 2-0 ket pêşiyê.

Maç bi vê encamê bidawî û Amedspor ku 3 puan bidest xist, bi avarajê bû yekem.

12 alîgirên Amedsporê hatin desteserkirin

Di vê navberê de hate ragihandin ku beriya pêşbirkê bi hinceta di dema gotina sirûda Îstiklalê de nerabûne ser piyan û “Li hemberî sirûda Tirk” bêrêzî kirine 12 ciwanên alîgirên Amedsporê hatine desteserkirin.

Vansporê di maça xwe ya ewil de Bucaspor 1-0 têk bir - Amedspor1
Twîter/@zazaefendi

Hate diyarkirin ku ciwanên ku hatine desteserkirin niha li Navenda Polîsan a Alîşanê têne ragirtin.

Li ser hesaba tora civakî ya bi navê “@zazaefendi” ku yek ji ciwanên desteserkirî ye hatiye nivîsîn:

“Di lîstika Amedsporê de bi awayekî kêfî polîsan ez desteser kirim. Em 12 heval tevî ku me ti heqaret li ‘Sirûda Îstîklalê’ nekir, bi hinceta ku em ranebûne ser pêyan em hatin desteserkirin. Bêyî ti hincetek û îmzeyekê bi awayekî kêfî vê şevê me li navenda polîsan radiwestînin.”

Wê hesabê herwiha diyar kir ku li navenda polîsan gef li wî hatiye xwarin û polîsan şkenceya derûnî jî li wan kiriye. (Ajansan)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Vansporê di maça xwe ya ewil de Bucaspor 1-0 têk bir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *