Wênekêş Suer bi wêneyê Roboskî xelat wergirt

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wênekêş Mehmet Masum Suer bi wêneyê ku li Roboskî kişandibû di pêşbirka “Nûçegihanê Wêne yê Sala 2022” ya Kovara Leica Magazine (LFI) û BarTur Photo Award ve hat organîzekirin de, xelata duyemîn wergirt.

Wênekêş û rojnamevan Mehmet Masum Suer bi wêneyê ku li Roboskî kişandibû di Pêşbirka Nûçegihanê Wêneyê Sala 2022’ya ku bi hevpariya Kovara (LFI) Leica Fotografie International û BarTurê ve hat organîzekirin de xelata duyemîn wergirt.

5 hezar wênekêş tevli bûne

Hat ragihandin ku îsal bi qasî 5 hezar wênekêş ji 80 welatan bi 12 hezar û 700 wêneyan beşdarî pêşbirkê bûne.

Mehmet Masum Suer di vê pêşbirka bi prestîj a cîhana wênekêşiyê de bi wêneyê dayikan ku wêneyên zarokên xwe yên ku di bûyera Roboskî ku di sala 2011’an de qewimî bû de jiyana xwe ji dest dabûn nîşan didin, di kategoriya “Rûyên Mirovahiyê” de xelata duyemîn wergirt.

Piranî wêneyên Efxanîstan û Ukranyayê hatine kişandin xelat wergirtin

Di pêşbirkê de bi zêdeyî wêneyên ku ji pevçûn û koçberiya mirovan a li Ukrayna û Efxanîstanê hatine kişandin xelatên yekem girtin.

Wêneyên ku xelat wergirtine dê di navbera 9-19’ê Sibatê de li Almanya û du welatên din yên Ewropayê bêne nîşandan.

Wênekêş Suer diyar kir ku ji aliyekî ve di sala dawî de bi wergirtina xelata sêyemîn a girîng kêfxweş bûye, lê ji aliyê din ve jî ji ber bûyera Roboskî û tiştên ku di roja kişandina vî wêneyî de dîtiye gelekî xemgîn bûye.

Suer axaftina xwe domand: “Piştî bûyera trajîk bi çend rojan ez bi komek hevalên xwe re çûm gundê Roboskî û ji malbatan re sersaxî xwest. Me êşa wan parve kir. Min êşên malbatan bi kişandina gelek wêneyên li ser goristanan û li malên wan belge kir. Min bi xemgîniyek mezin ev wêne kişandin.” (MA Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Wênekêş Suer bi wêneyê Roboskî xelat wergirt

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *