AFAD: Di erdhejê de hejmara miriyan ji 12 hezar kesî derbas bû

featured
WÊNE RÛDAW
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

AFAD’ê ragihand ku di roja çaran a erdhejê de heta niha 12 hezar û 391 kesan jiyana xwe ji dest daye. Herwiha saziyê hejmara birîndaran jî wekî 62 hezar û 914 kesî eşkere kir.

AFAD’ê agahiyên dawî yên erdheja Mereşê de ku li 10 bajaran bûye sedema wêraniyek mezin, parve kir.

Saziyê gotiye ku niha di encama erdhejê de 12 hezar û 391 kesan jiyana xwe ji dest daye û 62 hezar û 914 kes jî birîndar bûne.

Di 6’ê Sibatê de li navçeya Bazarcix ya Mereşê erdhejeke mezin bi pileya 7.7 pileyê Rîxter rû da û li 10 bajaran bû sedema wêraniyek mezin. Li heman rojê danê nîvro jî erdhejeke din bi hêza 7.6 pileyê rîxter navçeya Elbistan a Mereşê hejand.

Erdhejê bandor li Sûriyê û Bakûrê Suriyeyê jî kir û bûye sedema wêraniyeke mezin û mirina bi sedan kesan û birîndarbûna bi hezaran kesên din. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
AFAD: Di erdhejê de hejmara miriyan ji 12 hezar kesî derbas bû

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *