AKP’ê îtîraz li encamên hilbijartinê yên Colemêrgê kir

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokatiya Rêxistina AKP’ê ya Colemêrgê îtîraz li encamên Hilbijartina Serokomarî û Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 28’emîn kir.

Partiya Çepên Kesk li gorî encamên ne fermî li Colemêrgê bi 95 hezar û 600 dengan ji sedî 62,47; AKP’ê bi 31 hezar û 537’an ji sedî 20,59; CHP’ê bi 11 hezar û 86 dengan ji sedî 7,24 deng wergirtin. Heke hilbijartin wisa bi encam bigire her sê namzetên Partiya Çepên Kesk dikevin parlamentoyê. Li gorî daneyên Ajansa Anadolûyê (AA), Partiya Çepên Kesk her sê parlamenter jî bi dest xistine. Lê AKP’î li ser hev îtîrazî encamên sindoqan dikin.

Serokatiya Rêxistina AKPê ya Colemêrgê îdia dike ku dengê bi komî hatine dayîn û herwiha li şûna kesên ku neçûne li ser sindoqan jî deng hatine bikaranîn.

Endamê Meclisa HDP’ê Abdullah Zeydan jî duh têkildarî encamên hilbijartinê de gotibû ku pêwîste rêz ji encaman re bê girtin. Zeydan destnîşan kir ku bi tevlikirina dengên gumrukê encam nehatiye guhertin û diyar kir, Partiya Çepên Kesk her sê wekîl jî bi dest xistine.

 Li gor ajansa Mezopotamyayê, Namzetê AKP’ê Abdûlmûttalîp Ozbek berî ku hejmara dengên derveyî welat ên li lijneya hilbijartinê ya bajêr temam bin, bi waliyê bajêr re hevdîtineke taybet pêk anî.

Tevî vê geşedanê, namzetên Partiya Çepên Kesk ên bi Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr re hevdîtin kirin, dest bi nobeta “demokrasiyê” kirin. Di daxuyaniya hate dayîn de hate gotin, li cihên ku Partiya Çepên Kesk deng lê zêde wergirtine mohreke din li pûsûlayan tê xistin û hewl didin dengan betal bikin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
AKP’ê îtîraz li encamên hilbijartinê yên Colemêrgê kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *