Amerîka: Bo asayîkirina têkiliyan bi Şamê re em piştgirî nadin welatên din

featured
ARŞIV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel, destnîşan kir ku tu niyeteke wan tune ye ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi rejîma Esed re baş bikin û diyar kir, ji bo asayîkirina têkiliyên di navbera Tirkiye û Suriyê de ew piştgiriyê nadin welatên din jî.

Cara ewil Amerîkayê derbarê hewldanên başkirina têkiliyên di navbera Enqere û Şamê de daxuyanî da. Li gor nûçe Kurdistan 24’ê, Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel di civîna çapemeniyê ya rojane de diyar kir, ew piştgirî nadin asayîkirina têkiliyên Tirkiyê û Sûriyê. Her wiha Patel derbirî ku ew li gel hikûmeta Suriyê têkiliyên dîplomatik nadin destpêkirin.

Vedant Patel derbarê cezayên li ser Sûriyê de jî anî ziman, heta çareseriyeke siyasî ya rasteqîn çênebe ew sepandinên xwe betal nakin û dê ev helwesta wan li dijî jinûveavakirina Sûriyê jî berdewam be.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan beriya niha li ser vê mijarê gotibû: “Ti derdekî me tune ye ku em Esed bin bixin an bin nexin. Mirov nikare di navbera dewletan de diyaloga siyasî û dîplomasî bigre.”

Herwiha Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu jî ragihandibû ku li ser rêxistinên îstîxbaratê diyalog tên birêvebirin û ji bo diyaloga ligel Sûriyê tu şertekî wan ê pêşwext tune ye.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Amerîka: Bo asayîkirina têkiliyan bi Şamê re em piştgirî nadin welatên din

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *