Balafirên şer Silêmanî bomberan kirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hat ragihandin ku çend gundên bi ser bajarê Silêmanî yê Herema Kurdistana Federal a Iraqê ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyeyê ve hatine bomberankirin.

Li gor nûçeya Rûdawê ku spartiye Qeymeqamê navçeya Mawet a bi ser Bajarê Silêmanî Kameran Osman Hesen, balafirên şer yên Tirkiyeyê hin gundên li vê deverê bomberana kiriye.

Hate ragihandin ku bomberana balafiran hêj jî berdewam e.

Qaymeqamê  Mewetê Hesen, her wiha destnîşan dike ku, îro balafiran ev der 5 caran kiriye armanc.

Hêjayî gotinê ku heta niha rayedarên fermî yên Wezareta Berevaniyê derbarê bomberanê de tu daxuyanî belav nekirine.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Balafirên şer Silêmanî bomberan kirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *