Belavkar Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Belavkarê rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karagar, di 30’emîn salvegera qetilkirina wî de li ser gora xwe hate bibîranîn.

Li Wanê, belavkarê rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar ku 30 beriya niha hatibû qetilkirin, li ser qora wî ya Goristana Xaçortê bi merasîmekî hate bibîranîn.

Merasîm ji aliyê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat (DFG9 û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) hate organîzekirin. Parlamentera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) ya Wanê Muazzez Orhan, endamên malbata Karaagar û komek rojnamevan tevli merasîmê bûn.

Belavkar Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn - Belavkar Karaagar li ser gora xwe hat bibiranin

Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen li vir axaftinek kir û got ku ev 30 sale hêj kujerên Karagar nehatine dîtin. Bîlen, di berdewamiyê de daxwaza edaletê kir û wiha axivî: “Orhan beriya 30 salan li nava kolanê hate qetilkirin. Wî tevî ku dizanî dê were qetilkirin, dest ji belavkirina rojnameyê berneda. Karagar, ji aliyê kontrayên dewletê ve hate qetilkirin. Ji wê rojê heta îro, li ser çapemeniya azad pêkûtî berdewam in.”

Belavkar Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn - Belavkar Karaagar li ser gora xwe hat bibiranin 1
Adnan Bilen

Xwîşka Karagar, Şengul Karaagar jî axaftinek kir û got, “Me bi kuştinê nikarin tune bikin. Orhanek dimire, hezar Orhan radibin. Em ê her tim li gel çapemeniya azad bin û hêz bidinê.”

Belavkar Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn - Belavkar Karaagar li ser gora xwe hat bibiranin 2
Şengul Karaagar

Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan ise, destnîşan kir ku bi salane çapemeniya azad bi pêkutiyan rû bi rû dimîne û wiha berdewam kir: “Hevalê me Orhan belavkarê rojnameyê bû. Ji aliyê hin kesên ji aliyê hişmendiya tarî ve hatine birêxistin kirin ve hate qetilkirin. Ji wê rojê heta niha pêkûtî li ser çapemeniya azad berdewam in. Em ê di bin hemû şert û mercan de bi berdewamî bibin neferekî çapemeniya azad.”

Piştî axaftina gurnefîl danîn ser gora Karaagar û merasîm bi dawî bû.

Vîdeo-Montaj: Bariş Aslan

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Belavkar Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *