Bi hinceta demboriyê doza Mûsa Anter hat betalkirin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di rûniştina biryarê ya doza Mûsa Anter de, heyeta dadgehê biryar da ku bi hinceta ketiye ber demboriyê,  doz were betalkirin.

Rûniştina doza derbarê kuştina nivîskar û rewşenbirê Kurd Mûsa Anter de li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate dîtin. Endamên malbata Anter û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevli rûniştinê bûn.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Hevserokê Giştî yê ÎHDP’ê Ozturk Turdogan di rûniştinê de parastin kir û wiha got: “Turkdogan bal kişand ser vekirina doza Anter û dozên hatine yekkirin û got: “Dixwazim diyar bikim ku edalet derbek giran xwariye.” Turkdogan destnîşan kir ku dosyeya Anter divê ji dosyeyên din ên neyê veqetandin û got ku divê ev doz di çaçroveya sûcê li hemberî mirovahiyê de esas bê girtin û nekeve ber demboriyê.

 Piştî Turkdogan parêzer axivîn. Parêzeran jî destnîşan kir ku ew kujeran nas dikin û lewma divê ev doz nekeve ber demboriyê.

Nameya Orhan Mîroglu hat xwendin

Paşê nameya Orhan Mîroglû yê AKP’î hat xwendin. Serhat Menzîlcîoglû, parêzerê Mîroglû parastina ku bi nivîskî amade kiribû xwend. Her wiha Menzîlcîoglû nameya ku Mîroglû nivîsandiye xwend. Mîroglû di nameya xwe de derpêş kir ku 30 sal in li edaletê digere û cinayetê xist stuyê PKK’ê.

Parêzeran: Divê ew wekî bersûc were guhdarkirin

Lê belê parêzerên muştekî bertek nîşanî nameya Mîroglû dan û gotin ku xwendina nameyê ne li gor usûlê ye. Parêzer Nûray Ozdogan jî got: “Gel bi tiştekî dizane, divê bibêje. Ne wekî şahid, divê wekî ebrsûc bê guhdarkirin.”

Serokê Daireya Kontrteror a MÎT’ê yê berê Mehmet Eymur, gava wekî şahid hatibû guhdarkirin gotibû Mîroglûyê AKP’î sîxurê dewletê ye û wî bi navê “Tayfûn” nas dikin.

Bi dû re Dîcle Anter, kurê Mûsa Anter axivî. Dîcle Anter ji heyeta dadgehê re got ji teref edalet û heqîqetê biryarê bidin

Dozger xwest doz were betalkirin

Piştî axaftinan meqama îdiayê xwest doz ji ber demboriyê bê betalkirin. Parêzerên bersûcan jî diyar kirin ku tevlî mutalaaya dozger dibin.

Heyeta dadgehê jî ji bo biryarê bide ji hêwanê derket. Piştî navberê heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û bi hinceta ku di ser doza Mûsa Anter re 30 sal derbas bûne û ketiye ber demboriyê biryara betalkirina dozê da.

Her wiha dadgehê xwest kontrola edlî ya derbarê bersûcê dozê Hamît Yildirim de jî bê rakirin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Bi hinceta demboriyê doza Mûsa Anter hat betalkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *