Ji ber teqemeniyê ciwanekî 20 salî destê xwe winda kiriye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ciwanê 20 salî yê navê Zekeriya Şengoz ê di dema çerandina pez de teqemeniyek dide destê wî de teqiya bû, destekî xwe winda kiriye û her dû çavên wî jî zirar dîtine.

Di 19’ê Îlonê de, li zozanên gundê Marûnisê yê Colemêrgê şivanê 20 salî yê bi navê Zekariya Şengoz, li erdê teqemeniyek dîtibû û ev cîsim di destê wî de teqiya bû. Ji ber teqînê destekî Şengoz jê bû û her du çavên wî zirar dît. Piştî bûher hat bihistin, malbata wî, ew bir Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê. Li vir piştî mudaxaleya pêşîn, Şengoz ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê re hate veguhestin. Her wiha di teqînê de gelek pezê wî jî birîndar bûbûn.

Li gor nûçeya Zeynep Dûrgût ya ji Ajansa Mezopotamyayê, Şengoz destnîşan kiriye ku ev bi salane li vir şivantiyê dike û cara yekan e ku rastî tiştek wiha tê.

‘Mi ne zanî ev mayîne’

Şengoz ku bûyera qewimî vegot ev agahî dane: “Duh êvarî me pez anî cihekî da sekinandin. Piştre jî me xwarina xwe xwar. Em du saetan razan û piştre jî rabûn çûn. Dema em çûn, em li noqteyeke din dîsa sekinîn. Dema min pezê xwe kom kir, di wê gavê de min mayin dît. Min nizanibû ku mayin e. 2 mayin li wir hebûn. Yek derdora wê girtîbû û yek jî bipîl bû. Gava min rakir di destê min de teqiya. Piştî ku ez ketim erdê ya ditir jî teqiya. Hevalê min ê şivan bang li malbata min kir û bi hawara min de hatin. Wan ez anîm Elkê û ji wir jî ez birim Nexweşxaneya Şirnexê. Ev deh sal in em koçer diçin wê derê pezê xwe diçerînin, lê cara ewil e ku tiştekî wiha çêdibe. Me tu caran tiştekî wiha nedîtiye.”

Her du çavên wî jî zirar dîtine

Şengoz, ku hêj jî di nexweşxaneyê de tê dermankirin got ku destê wî yê rastê tune ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha destê min ê rastê tune ye û yê dîtir jî birîndar e. Laşê min û çavê min jî zirar dîtine. Li Nexweşxaneya Elkê leşker û polîs hatin îfadeyê min standin. Ji min re gotin bûyer çawa çêbûye. Min jî tişta ku hatiye serê min ji wan re got. Min ji wan re got 2 mayin bûn û her du jî bi min teqiyane. Di teqîna ewil de destê min jê bû. Her wiha hin pezê me jî di vê teqînê de birîndar bûn. Min ji pezê xwe hez dikir, lê ew jî û destê min jî çû.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji ber teqemeniyê ciwanekî 20 salî destê xwe winda kiriye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *