BUPAR: Namzetê Tifaqa Millet li pêşiyê ye

featured
ARŞİV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Şîrketa Lêkolîn û Şêwirmendiyê ya BUPAR’ê eşkere kiriye ku li gor encamên anketa wan, ji %55.5ê berbijêr dibêjin dê namzetê Tifaqa Millet bibe serokkomarê nû yê Tirkiyeyê.  

BUPARê, encamên anketa xwe ya di navbera 5 û 15’ê Çile de pêk aniye eşkere kir. Anket li bajarên Stenbol, Enqere, Îzmîr, Bursa, Mêrsîn, Samsun û Amedê bi tevlibûna hezar û 500 kesan bi avayekî rû bi rû hatiye çêkirin.

Di anketê de ji hilbijêran pirsa “Eger îro hilbijartin bê kirin, dê dengên kîjan tifaqê zêde bibin?” hatiye kirin. Li gor encaman ji %60.5ê welatiyan gotiye dê dengên Tifaqa Millet ku ji partiyên muxalefetê pêk tê zêde bibin û ji %30.5 jî dibêjin dê dengên Tifaqa Cumhur ku ji partiyên desthilatê AKP û MHPê pêk tê zêde bibin. Ji %9 weletayin jî gotine dengên her duyan jî zêde nabin.

Herwiha ji beşdarvanan pirsa “Eger îro bi du berbijêran hilbijartina serokkomariyê bê kirin, dê namzetê kîjan tifaqê biser keve?” hatiye kirin. Ji %55.5’ê hilbijêr dibêje dê namzetê Tifaqa Millet bibe serokkomarê nû yê Tirkiyeyê û %38.5 jî dibêjin dê berbijêrê Tifaqa Cumhur bibe serokkomarê nû yê Tirkiyeyê. Ji %6 jî gotine em “bêbiryar” in an dê li gor berbijêr biryara xwe bidin.

Pirsên aboriyê jî hatine kirin

Di anketê de ji welatiyan pirsên derbarê aboriyê de jî hatine kirin û pêngavên vê dawiyê yên zêdekirina mûçeyê kêmane (asgarî ucret), krediyên bo xanî û çareserkirina pirsgirêka xanenîşînbûnê yên desthilatê hatine pirsîn. Ji %50.5’ê xelkê dibêjin desthilat bi armanca hilbijartinan van tiştan dike û ji %43.5 jî dibêjin ew tişt ji ber rewşa welat hatine kirin û ji %6 jî nêrîna xwe eşkere nekirine. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
BUPAR: Namzetê Tifaqa Millet li pêşiyê ye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *