Dadgehê biryara berdewamiya girtina rojnamevan Arslan da

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Dadgehê lêpirsîna girtinê ya rojnamevan Firat Can Arslan kir û biryara berdewamiya girtina wî da.

Nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê Firat Can Arslan 25’ê tîrmehê bi îdiaya “wezîfedarên dewletê hedef daye nîşandan” ji aliyê Dageha Amedê ve hat girtin. Dadgeha Amedê 21’ê tebaxê li ser girtina Arslan lêpirsîn kir. Dadgeha ku girtina Arslan lêkolîn kir, carek din berdewamiya girtina wî da.

Parêzerên Arslan, li dijî biryara girtinê parastinê kirin û destnîşan kirin ku Arslan di çarçoveya xebatên rojnamevaniyê de nûçeya derbarê dozger û dadger de çêkiriye û ev nûçe jî di malpera Desteya Dadger û Dozgeran de hatiye weşandin.

Parêzeran anî ziman ku Arslan ne bi awayekî hiqûqî nehatiye girtin û pergala hiqûqê ku Arslan daye girtin di warê hiqûqî de rewşek xeternak nîşan dide.

Piştî parastinê 1’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê derbarê Arslan de biryara dewama girtinê da. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Dadgehê biryara berdewamiya girtina rojnamevan Arslan da

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *