Li dermanxaneyan 81 derman peyda nabin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Sendîkaya Dermanxaneyan a Giştî (TEIS) ragihand ku li Tirkiyeyê 81 derman li dermanxaneyan peyda nabin.

Li Tirkiyeyê, çend sal in pirsgirêka nebûna dermanan li dermanxaneyan berdewam e.

Daketina nirxê lîreyê Tirkî li hemberî pereyên biyanî dibe sedema giranbûna dermanên ku tên hawirdekirin. (îtalat)

Ji ber pirsgirêka bihabûna dermanên ku tên hawirdekirin, li dermanxaneyan hemû derman peyda nabin.

Di Rojnameya Fermî de 23’ê Tîrmeha 2023’an de biryar hatibû wergirtin ku bo kirîna dermanan nirxê euoryê cardin were nûjenkirin.

Li gor biryarê nirxê euro ji bo kirîna dermanan ji sedî 30,05 hat zêdekirin û bû 14,03 lîre lê li bazarê bihayê euro derdora 30 lîreyan e.

Sendîkaya Dermanxaneyan a Giştî ragihand ku di serî de dermanên wek parkinson, şekir, sistkirina masûlke (fitîl), nefestengî, antîbiyotik û êşbir 81 derman li depoyên Wezareta Tendirustiyê nemane.

Seroka TEIS’ê Nurten Saydan got, “Niha pirsgirêka me ya herî mezin nebûna hinek dermanan e. Bihayê euro yê hatiye diyarkirin ji sedî 53 di bin bihayê bazarê de ye.

Herwiha piştî Coronayê pirsgirêka peydakirina dermanan û biha zêde bûn. Ji ber van sedemam em wiha bawer dikin, pirsgirêka nebûna dermanan berdewam be.”

Saydan herwiha diyar kir ku divê ji bo çareserkirina pirsgirêkê sîstema nirxê sabit ê euro bê guhertin. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li dermanxaneyan 81 derman peyda nabin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *