Dadgehê cezayê rojnamevan Gok erê kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Cezayê ku Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ji rojnamevan Abdurrahman Gok re birî bû, ji aliyê Dadgeha Îstinafê ve hate erê kirin.

5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi hinceta ‘Propagandaya rêxistinê kiriye” salek 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê dabû rojnamevan Abdurrahman Gok.

Parêzerên Gok, derbarê biryarê de li dadgeha îstinafê îtiraz kirin. Di encama darizandina li, 9’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edlî ya Herema Amedê de, heyeta dadgehê ceza guncav dît û biryara dadgeha xwecihî erê kir.

Parêzerê Gok, Resûl Temûr derbarê biryarê de got cezayê ku li Abdurrahman Gok hatiye birîn derhiqûqî ye û got ku her kes dizane ku dadgeh bi armancên hiqûqî hereket nekiriye. Temûr destnîşan kir ku dadgeh hem hiqûqî tevnegeriyaye hem jî xalên qanûnê pêk neaniye.

Temûr her wiha derbirî ku ji ber di biryara dadgeha herêmî de nelicihî hebû serî li îstinafê dane û got ku serlêdana wan piştî 3 mehan bi hincetên ji rêzê hatiye redkirin. Temûr bilêv kir, îtirazên wan ên di serlêdanê de, dîmenên nûçeyan ên ku bi daxwaznameyê re berpêşî dadgehê kirine esas nehatine girtin û got ku biryara îstinafê bêhukm e.

Temûr da zanîn ku ji ber ku biryara navborî ne hiqûqî û qanûnî ye, dê serî li temyîzê bidin.

5’emin Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di 30’ê Hezîrana 2022’an de îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” salek, 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê dabû Gok. Dadgehê ji ber nûçeyên Gok ên der barê êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê û parvekirinên wî yên li ser medyaya civakî ên têkildarî van nûçeyan ceza birîbû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di sala 2017’an de, wênêyên dema qetilkirina xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ên dema Newroza Amedê, ji aliyê Rojnamevan Gok ve hatibûn kişandin. (Ma Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Dadgehê cezayê rojnamevan Gok erê kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *