Demîrtaş bo videoya ‘Elewiyan’ piştgirî da Kiliçdaroglu: Ez pîroz dikim

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bo vîdeoya derbarê ‘Elewiyan’ de piştgirî da Kemal Kiliçdaroglu. Demirtaş di peyama xwe de got, “Ez birêz Kiliçdaroglu pîroz dikim û bi dil û can piştgiriyê didim van peyamên wî”

Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku niha li Girtîgeha Edîrneyê tê ragirtin, bo vîdeoya derbarê ‘Elewiyan’ de ya namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglu bi ser hesaba xwe ya Twitterê peyamek weşand.

Demîrtaş di peyama xwe piştgiriya xwe bo Kiliçdaroglu diyar kir û got, “Ez birêz Kiliçdaroglu pîroz dikim û bi dil û can piştgiriyê didim van peyamên wî.

Demîrtaş di peyama xwe de wiha gotiye: “Bila her kes dil temaşe û guhdar bike. Pêkane ku li ser vê axê hemû kes bê cudakarî, bi awayekî wekhev, di nava biratî û aramiyê de jiyan bike. Ez birêz Kiliçdaroglu pîroz dikim û bi dil û can piştgiriyê didim van peyamên wî.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Demîrtaş bo videoya ‘Elewiyan’ piştgirî da Kiliçdaroglu: Ez pîroz dikim

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *