Dêra ku kirine gov li ber wêranbûnê ye!

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Dêra Mor Ahoyê ya li gundê Dêra Jorê ku li qontarê Çiyayê Gabarê ya Şirnexê ye, kirine gov û tê wêrankirin.

Dêr û Keşîşxaneya Mor Ahoyê li gundê Dêra Jor ya di navbera bajaroka Qesrikê û navçeya Basayê ya Şirnexê de ye. Gundê Dêra Jor ya li ser lûtkeya Çiyayê Gabarê di navbera sedsalên 7-8’an de ji aliyê Suryaniyan ve hatiye avakirin.

Dêra ku ji du katan pêk tê gelek odeyên wê hene

Dêr û keşîşxaneya Mor Ahoyê ya dîrokî ya li vî gundî kavil bûye. Dêra ku ji du qatan pêk tê, gelek odeyan wê hene. Çendî Çiyayê Gabarê ji aliyê dewletê ve di bin navê “ewlehiyê” de wekî “herêma ewlehiya taybet” hatiye îlankirin û têketin û derketina wê li ber sivîlan hatiye qedexekirin jî, her derê vê dêrê hatiye kolandin û gundiyan ev dêr kirine gov. Piştî malbata dawî di gulana 1990’î de ji gund derketiye gund bi temamî wêran bûye. Tevî hemû hewldanên wêrankirinê jî dêr hêj jî li ser pêyan maye.

Gelek deverên wê hatine kolandin

Hat dîtin ku keşîşxaneya ku bi dêrê ve hatiye çêkirin, him hin deverên wê hatine kolandin him jî hin kevirên wê ji cih hatine rakirin. Kaniya ku li jêra keşîşxaneyê û dora wê bi keviran hatiye çêkirin jî hê wekî xwe ye.

Her wiha ev dêr û keşîşxane di 23’yê îlona 2021’ê de ji aliyê Midûriyeta Desteya Parastina Heyînên Çandî ya Herêma Amedê ve hatiye tescîlkirin. Lê belê hê jî ji bo parastin û restorekirina keşîşxaneyê tiştek nehatiye kirin. (MA Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Dêra ku kirine gov li ber wêranbûnê ye!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *