‘Dewlet dê ji Erdogan û Bahçelî rizgar bibe’

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar di mitînga Dêrsimê de got, “Wê ev welat bi siyaseta xeta sêyemîn a Partiya Çepên Kesk were demokratîkkirin û di 14’ê Gulanê de dewlet dê ji Erdogan û Bahçelî rizgar bibe.!

Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Dêrsimê mitîngê li dar dixe. Mitîng, li Qada Seyîd Riza tê lidarxistin û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, nûnerê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Mûstafa Korkmaz, nûnerê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesût Tek û Başak Demîrtaş û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu tev li bûn.

Şande beriya mitîngê li ser Pira Mazgêrdê ji aliyê dehan wesayît ve hat pêşwazîkirin û konvoyê berê xwe da qada mitîngê. Seranserî rêgehê şande ji aliyê welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Şande û girseyek qelebalix ji Otogara Dêrsimê heta qada mitîngê meşiyan û dirûşma “Jin jiyan azadî” olan da.  

Qada Seyîd Riza ya mitîngê bi alên Partiya Çepên Kesk hat xemilandin. Xelkê Dêrsimê li qadê pankarta “1095 roj bê Gulistan derbas bûn. Em ê nedin jibîrkirin” vekirin û pirsa aqûbeta Gulistan Dokû kirin.  

Mitîngê bi axaftina nûnerê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesût Tek dest pê kir.

‘Gelê Dêrsîmê îradeya xwe dide nîşandan”

Tek diyar kir ku wê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de gelê Dêsimê îradeya xwe nîşan bide û wiha got: “Hem hikûmet hem jî muxalefet di vê hilbijartinê de dirûşmeya ‘Sedsala duyemîn a komarê’ bikar tînin. Halbûkî em dizanin sedsala bihûrî çi bandorê li ser me kir. Çemê Mûnzûrê bi xwînê herikî. Qetlîamên mezin li ser gelê me hat kirin. Nexwê wê demê wezîfeya me jî ew e ku em ê derse bidin yên ku gotina sedsala duyemîn bikar tînin. Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û bersiva wan bidin. Heta ku li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd çareser nebe, heta ku kurd negihîjin mafên xwe netewî, wê demorkasî neyê Tirkiyeyê.”

‘Em dixwazin qeyûm bên rakirin’

Nûnerê Partiya Komunistê Kurdistanê Mustafa Korkmaz axivî û bal kişand ser komkujiya Dêrsimê û got: “Çawa ku Seyîd Riza çong danenî, em ê jî çonga xwe daneynin.” Korkmaz bal kişand ser girîngiya ‘Tifaqa Kurdistanî’ û got: “Em dixwazin qeyûm werin rakirin û îradeya me paşve bidin, girtî werin azadkirin, zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî.”

‘Siyasete înkarê li ser me dimeşînin’

Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kondû jî destnîşan kir ku rejîma yek zilamî dijminê nasnameyan û demokrasiyê ye û wiha axivî: “Sed sal in siyaseta înkarê li ser me dimeşînin. AKP jî 21 sal in dixwaze faşîmza xwe li ser me ava bike. Em di qonaxek girîng de derbas dibin. Em ê heta çareseriyê têbikoşin. Li Dêrsimê betalî, koçberî û feqîrî heye. Ziman, bawerî û nasnameya me înkar dikin. Em ê hemû bi hev re vê rejîmê bişînin. Em ê li dijî vê zîhniyetê bêjin ‘êdî bes e’. Em ê hev re biguherînin.”

‘Bila hilbijartin di tura yekemîn de biqede’

Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz jî bal kişand ser polîtîkayên dewletê ku bi dehên salane li ser Dêrsimê dimeşîne û xwest hilbijartin di tûra yekemîn de biqede û xelkê Dêrsimê rayek xwe bide Partiya Çepên Kesk û rayek jî xwe bide Kemal Kiliçdaroglû.  

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî wiha got: “Ev der Dêrsim e. Rê nade zilmê. Reng û dengê gelê Dêrsimê Partiya Çepên Kesk e. Wê dêrsimî di bin dara Partiya Çepên Kesk de bên cem hev.”  

Başak Demîrtaş jî derket ser dikê axivî û silavên Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli li gel kir û bal kişand ser polîtîkaya dewletê ya li ser Dêrsimê.  

Ûçar: Ev baweriya qedîm dê we bişîne

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar derker ser dikê, gel silav kir û ewilî bi zaravayê kirmanckî (zazakî) axivî. Axaftina Ûçar a bi kirmancî kêfxweşî da xelkê Dêrsimê. Ûçar bertek nîşanî gotina “cûre” ya Serokkomarê AKP’yî Tayîp Erdogan ku ji bo elewiyan anîbû ziman da û wiha got: “Feraseta wan nikare ji baweriya qedîm a civaka elewî û nasnameya gelê kurd fêm bike. Hûn tênagihijîn û hûnê tênegihîjin. Ev baweriya qedîm dê we bişîne.”  

Ûçar destnîşan kir ku wê ev welat bi siyaseta xeta sêyemîn a Partiya Çepên Kesk were demokratîkkirin û di 14’ê Gulanê de dê dewlet ji Erdogan û Bahçelî rizgar bibe. Ûçar bal kişand ser qetlîama Dêrsimê û xwest qetlîam were ronîkirin û ji gelê Dêrsimê lêborîn bê xwestin.

 Ûçar destnîşan kir ku li Tirkiyeyê tenê ne sûnî dijîn û gelek bawerî û netew dijîn û got: “Êdî li welat pêwîstî bi guherîna pergalê heye. Pêdiviya welat bi felsefeyek nû heye.”

Piştî axaftinan mitîng li ber konsera Aryen Kom bi dawî bû. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
‘Dewlet dê ji Erdogan û Bahçelî rizgar bibe’

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *