Çapemeniya cîhanê beriya hilbijartinan bi hilbijêrên Kurd re axivî

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ajansa Nûçeyan Reuters a Brîtanî û Malpera Nûçeyan France24 a Fransayê beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê bi hilbijêrên Kurd re axivî.

Di nûçeya Reutersê ya bi îmzeyên Umit Ozdal û Daren Butler hatiye weşandin de hatiye gotin ku daxwaza guherînê ya hilbijêrên Amedê gelek zêde bûye.

Nûçegîhana France24 Assiya Hamza jî li bajarên herêma erdhejê Mereş û Edene û her wiha li Stenbolê bi hilbijêrên Kurd re hevpeyvîn çêkiriye. Hamza di nûçeyê de destnîşan dike ku hilbijêrên Kurd xeyala Tirkiyekî bê cudakarî dikin.

Reutersê di analîza xwe ya li Amedê çêkiriye de, bibîr dixe ku jiber pêngavên di warê mafê Kurdan û pêşxistina aboriya herêmê de, Kurdan beriya niha piştgirî daye Erdogan, lê hatiye gotin ku piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê û qeyrana aborî, ev piştgirî niha pirr qels bûye. Di analizêde tê parvekirin ku ji ber van sedeman, di vê hilbijartinê de şansê Erdogan yê serkeftinê ketiye tengasiyê.

‘Kurd dê encamê diyar bikin’

Reutersê radigihîne ku di anketa şîrketa lêkolînê ya Rawestê de rêjaya dengên namzetê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglu li Amedê wekî %76,3, ya namzetê Tifaqa Cumhur Tayîp Erdogan jî wekî %20,5 hatiye diyarkirin. Di vê çarçoveyê de ajansê daxuyandiye, “Analîst dibêjin ji ber ku her diçe xeta nijadperest ya hikumetê kûrtir dibe, heskirina Erdogan ya di navbera Kurdan de jî her diçe kêm dibe. Kurd %20’ê nifûsa welêt pêk tînin û wisa tê fikirîn ku ew di hilbijartinan de dê encamê diyar bikin.”

Reuters dide diyarkirin ku beriya niha li herêmê piştgiriya bo CHP’ê gelek kêm bûye, lê niha Kiliçdaroglu destê xwe ji Kurdan û HDP’ê re dirêj kiriye, li şûna vî Erdogan jî di kampanyaya xwe ya hilbijartinê de, ‘Bi armanca ku ji dijmintiya nijadperest siûd werbigire, beyî tu delîlan pêşkeş bike; her tim îdîa dike ku, di navbera muxalefet û PKK’ê de têkilî heye.’

Her wiha ajansê di nûçeya xwe de cih daye nêrînên rojnamevan Mehmet Dalkiliç. Dalkiliç ku ofisa qanala wî ya televîzyonê di dema erdheja navend Mereş de xerabûye, bilêv dike ku di wê demê de dewletê tu piştgirî nedaye wî. Dalkiliç, dibêje ku bi vê sedemê wê çaxê ew gelek aciz bûye û wiha gotiye: “Êdî divê li Tirkiyeyê guhertinek çêbibe. Tu hêviya ciwanan tuneye, bo wan pêşerojek jî nîne”

Ciwan dê çi bikin?

Reuters şîrove dike ku her çendîn anket didin nîşandan piştgiriya bo Erdogan gelek kêm bûye jî alîgirên wî yên esasî hebûna xwe diparêzin û cih dide gotinên bazirganê bi navê Adil Aydin. Aydin, CHP’ê yek ji çavkaniyên pêkutiyên dewletê yên li hemberî Kurdan pênase dike û wiha dibêje: “Kurd dixwazin cardin vegerin pêvajoya çareseriyê. (Ew) Bêriya aştiyê dikin. Wekî tê gotin; ger yek hebe ku vê bike ew jî Erdogan e”

Reuters herî dawî diyar dike ku pirsgirêkên sereke yên ciwanên li Amedê, ku dê cara ewil deng bidin jî aborî û bêkariyê û destnîşan dike ku tê payîn ev hilbijêr vê carê dengê xwe bidin CHP’ê.

Çapemeniya cîhanê beriya hilbijartinan bi hilbijêrên Kurd re axivî - Xebaten hilbijartine li Semsure di bin siya esen erdheje de didomin 3
ARŞİV

Nûçegîhana France24 Assiya Hamza jî di nûçeya xwe ya li Mereş, Edene û semta Tarlabaşi ya Stenbolê çêkiriye de nêrînên xwe parve kir. Ew dibêje “Hilbijarên Kurd, tevî nêzîkbûna hilbijartinê, xeyala Tirkiyekî bê cudakarî dikin.”

‘Kurd û Elewî’

Di berdewamiya nûçeyê de Hamza cih dide nêrîna ciwanê bi navê Emre yê 23 ku ji Bazarcixa Mereşê ye. Emre amaje wê yekê dike ku hem ji ber nasnameya xwe ya Kurd û hem jî ya Elewîtiyê rastî cudakariyê tê û wiha domand: “Du û sê roj piştî erdhejê; min bi çavên xwe dît ku gelek kes ji ber ku alîkarî nehat, jiyana xwe ji dest dan. Ev kolan a Kurd û Elewiyan e. (Li vir) Avahî hilweşiyan. Lê di rastiya xwe de alîkariya ku bo aliyê din diçûn, ji vir re nehatin şandin.” Emre, di nûçeyê de bilêv kir ku beriya niha wî xwestiye bibe pisporê xwedîkirina kesên kal, lê dibêje niha tu hêviya wî bo pêşerojê nemaye.

Hamza di nûçeya xwe de diyar dike ku Firina nan ya ku Emre lê dixebitî jî di erdeheje de xerabûye û gotinên Emre wiha radigihîne: “Ez dê dengê xwe bidim; ger pêwîstbe ez biçim navçeyeke din jî ez dê dengê xwe bikar bînim. Em hatine bêdegkirin. Mafê me yê xwebilêvkirinê hatiye astengkirin. Ez ji axaftinê natirsim, lewra tu tiştê min ê ku ez winda bikim êdî tuneye! Tenê malbata min maye. Mirovên din jiber girtinê ditirsin.”

Hamza radigihîne ku jina Elewî ya Kurd a bi navê Ayşe Varose ku 75 saliye dibêje ew dê hilbijartinê de biçe ser sindoqê û wê wiha gotiye, “Di hilbijartinê de ez ê dengê xwe bo gelê Kurd û şoreşê bikarbînim”

‘Ez dixwazim bibim jineke Kurd a azad’

Hamza her wiha li Edeneyê nêrînên jina bi navê Dîlber ya 37 salî ku eslê xwe ji Dêrika Mêrdînê ye jî parve kiriye. Dîlberê ji Hamza re gotiye ku dema mirov hîn dibin ew ji Mêrdînê ye û eslê xwe Kurd e, gelek jê aciz dibin û ew jiber vê yekê pirr xemgîn dibe, lewra xwe azad hîs nake. Dilberê gotiye, “Ez dixwazim ku li welatekî ku cudakarî nebe jiyan bikim. Ez dixwazim bibim jinekê Kurd a azad.”

Herî dawî Hamza di nûçeya xwe de cih daye nêrîna Halît Çîçek ê eslê xwe ji Mêrdînê û niha li Stenbolê jiyan dike. Hamza bibîrdixe ku HDP’ê bo serokkomariyê piştgiriyê dide Kiliçdaroglu û nêrînên Çîçek yên di vî warî de jî wiha parve dike: “Em ji ber vê kêfxweş nînin. Lê ger namzetê me heba jî, bo ku di nava hilbijêran de bihata qebûlkirin, pêwîst bû ku ew Tirk ba.”

Çîçek destnîşan dike ku ger Kiliçdaroglu serkeftinê bidest bixe, ew ê di warê nasnameya Kurd de rêya dîyalogê zindî bike û wiha axiviye: “Kiliçdaroglu derbarê pirsgirêka Kurd de zêde tiştên têr û tejî nabêje; lê ew pêşniyara berfirehkirina qada siyasî û başkirina mafan dike.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Çapemeniya cîhanê beriya hilbijartinan bi hilbijêrên Kurd re axivî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *