Di navbera alîgirên AKP û CHP’ê de şer: 5 kes birîndar bûn

featured
Rûdaw
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Dîlokê di navbera endam û alîgirên AKP û CHP’ê de şer derket û di encama şer de 5 kes birîndar bûn. Her wiha kesek jî piştî şer ji aliyê polîsan ve hate desteserkirin.

Li gor agahiyan, dema herdû grupan kar û xebatên hilbijartinê dikirin, du beriya êvar li navenda bajarê Dîlokê rastî hev hatin û di navbera wan de nîqaş derket. Piştî nîqaşê her dû kom şer çûn û bi keviran êrîş li hevdû kirin. Di encama şer de 5 kes birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku Endamê Rêveberiya Şaredariya Şehîtkamil ku di destê AKP’ê de ye, Ersîn A. bi demançeyê gule ber bi esman berdane.

 Li ser agahdarkirinê polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.  Ji herdû aliyan 5 kesên birîndar bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Herwiha Ersîn A. jî ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di navbera alîgirên AKP û CHP’ê de şer: 5 kes birîndar bûn

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *