Rêwîtiya ‘Masiyên Wanê’ ya bê hempa destpê kir

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Încî kefalên ku di Gola Wanê da dijîn û di nava gel de wekî ‘Masiyên Wanê’ tên binavkirin, bi armanca xerxên xwe berdin nava avên şêrîn, dest bi rêwîtiya xwe ya bê hempa kirin.

Rêwîtiya ‘Masiyên Wanê’ ya bê hempa destpê kir - Rewitiya ‘Masiyen Wane ya be hempa destpe kir 3

Li Wanê piştî ku hewa germ bû û germahiya avê jî li gel wê bilind bû îsal derengmayî jî be Masiyên Dur (Încî Kefal) ku di Gola Wanê de jiyan dikin, jibo xerzên xwe berdin berê xwe dane çem, rûbar û newalên li derdora Gola Wanê.

Rêwîtiya ‘Masiyên Wanê’ ya bê hempa destpê kir - Rewitiya ‘Masiyen Wane ya be hempa destpe kir 4

Di dema vê rêwîtiya bê hempa ya masiyên dûr de bi armanca parastinê her sal di navbera 15’ê Nîsan û 15’ê Tîrmehê de nêçîrkirina masiyan tê qedexekirin.

Îsal biboneya ku li Wanê hewa derengî germ bû, rêwîtiya masiyan jî derengî destpê kir.

Rêwîtiya ‘Masiyên Wanê’ ya bê hempa destpê kir - Rewitiya ‘Masiyen Wane ya be hempa destpe kir 5 1

Bi hezaran masiyên ku di nava gel de her wiha wekî ‘Masiyên Wanê’ jî têne binavkirin ji ava şor û sodayî ya Gola Wanê berxwê didin avên şêrên yên çem, rûbar û newalan.

Rêwîtiya ‘Masiyên Wanê’ ya bê hempa destpê kir - Rewitiya ‘Masiyen Wane ya be hempa destpe kir

Di vê demê de masî berevajkî herikîna avê avjenî dikin û bi vê sayê dîmenên rengîn û balkêş derkevin holê ku mirov matmayî û heyran dihêle.

Her sal bi hezaran geştiyar di dema rêwîtiya masiyan de bo temeşekirinê têne herêmê.

Rêwîtiya ‘Masiyên Wanê’ ya bê hempa destpê kir - Rewitiya ‘Masiyen Wane ya be hempa destpe kir 2

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Rêwîtiya ‘Masiyên Wanê’ ya bê hempa destpê kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *